Li Kobanê gelek cûreyên sebzeyan tên çandin

Di rewşa ambargoya li ser herêma Rojava-Bakurê Sûriyê hatiye ferzkirin de, şêniyên Kantona Kobanê baxçeyan diçînin û pêdiviya xwe ji sebzeyan bi cih tînin.

Li Kobanê gelek cûreyên sebzeyan tên çandin
Li Kobanê gelek cûreyên sebzeyan tên çandin
Li Kobanê gelek cûreyên sebzeyan tên çandin
11 gulan, 2018   06:43

KOBANÊ / ZANA SEYDÎ

Li gorî berpirsyarên xebatên çandina baxçeyan, pêdiviyên navenda bajarê Kobanê û 300 gundên wê ji sebzeyan tê bicihanîn. 

Îsal 30 donim erd li rojavayê bajarê Kobanê bi berhemên kundir û bacanên reş hatin çandin. 

Her wiha geleki cûreyên sebzeyan li aliyê rojhilatê çemê Firatê nêzî bajaroka Qenaya jî tên çandin. 

Çandina kundir û bacanên reş

Piştî du mehan ji çandina şitlên kundir û bacanên reş, cotkar berhemên xwe kom dikin.  Kundir û bacan her 3, 4 rojan têne berhevkirin.

(mm)

ANHA