Li Efrînê, binpêkirinên mafên jinan di nava mehekê de

Di mehekê de 28 jinên Efrînê li ser destê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rastî kiryarên kuştin, revandin û tecawizkirin hatin. Her wiha çeteyan desmalên seriyan û cilên dirêj li ser jinan ferz kirin. 

Li Efrînê, binpêkirinên mafên jinan di nava mehekê de
Li Efrînê, binpêkirinên mafên jinan di nava mehekê de
Li Efrînê, binpêkirinên mafên jinan di nava mehekê de
11 gulan, 2018   07:11

ŞERVÎN MUSTEFA-TOLÎN HESEN / EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker li Kantona Efrînê mafên jinan (di nav de jinên ducanî) binpê dike û li dijî hemû kiryarên hovane wek kuştin, revandin û tecawizkirin pêk tîne.

Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê di bin navê Islamê de rêbazê DAIŞ′ê bi kar tînin, desmalên seriyan û cilên dirêj li ser jinên Efrînê ferz dikin.

Di encama topbaran û bombebarana artêşa Tirk a dagirker a li ser Kantona Efrînê de, 800 sivîl (di nav de 93 jin) birîndar bûn. Her wiha 228 sivîl (di nav de 28 jin) şehîd bûn.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Kantona Efrînê dagir kirin,  di mehekê de 28 jin (di nav de jineke ducanî) ji aliyê artêşa dagirker ve rastî kiryarên kuştin, revandin û tecawizkirin hatin. Her wiha artêşa dagirker heman rêbazê DAIŞ′ê bi kar tîne, desmalên seriyan û cilên dirêj li ser jinan ferz kirine. 

Li gorî belgeyên gihîştin ANHA′yê di mehekê de 6 jin hatin tecawizkirin, 21 jin hatin kuştin û revandin. 

Çavkaniyeke pê bawer ji gundê Selûrê yê herêma Cindirêsê ji ANHA′yê re ragihand ku beriya demekê artêşa Tirk jinek li gundê Selûrê îşkence û tecawiz kirin, ji ber ku qebûl nekiriye ku li gorî fermanên wan tev bigere.  

Çavkaniyeke din jî ji herêmê ragihand ku 20′ê Nîsanê artêşa dagirker jina ciwan a bi navê Zozan Beşîr Silêman a ji gundê Kefer Sefrê ya herêma Cindirêsê li ser benda kontrolê ya Tirindê (dema ku bi malbata xwe re vedigeriya Efrînê) revandin. Malbata Zozan diyar kir ku keça mamosteya sporê bû, ji ber vê yekê çeteyan wê bi tawana terorê revandin. 

 Çeteyan jina ciwan bi navê Xedîce Riyad (21) a ji navçeya Şiyê jî revandin. Xedîce zewicî ye û ducanî ye. Lê ji ber hovîtiya çeteyan zaroka wê ji ber çû. Malbata Xedîce bang li civaka navneteweyî kir ku keça wan ji destê çeteyan rizgar bikin û kiryarên hovane yên li dijî sivîlan rawestînin.

Li maleke gundê Korka ya jorîn a girêdayî navçeya Mabata cenazeyê jineke 30 salî hat dîtin. Li ser laşê jinê şopên îşkenceyê hatin dîtin û nasnameya wê nehat naskirin. 

Çavkaniyekê ji gundê Şîtka ya navçeya Mabata ragihand ku çeteyên dewleta Tirk du jinên ciwan tecawiz kirin û 13 jin jî bi hinceta lêpirsînê revandin. Her wiha çeteyan ji gundê Ibêdan ê navçeya Bilbilê jî 3 jin revandin. Çarenûsa jinên hatîn revandin nediyar e.

Di çarçoveya hovîtiyên dagirkeriya Tirk û binpêkirina mafên jinan de, 3 jinên negihayî ji aliyê çeteyan ve hatin tecawizkirin. Hat gotin ku çete guharên jinan ji guhê wan derdixin û ji xwe re dibin.

Çavkaniyeke taybet ji hundirê Efrînê ji ANHA′yê re diyar kir ku jinên Efrînê nikarin ji malên xwe derkevin  û ji tirsa cilên dirêj ji mal de jî li xwe dikin. 

Her wiha çeteyan jinên bi navên Emîne Elî ji navçeya Meydana, jina bi navê Leman û jina bi navê Mewlîde ji taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê revandin.  

Parastina mafê jinê li gorî zagona navneteweyî

Zagonên navneteweyî yên parastina mafên jinê di rewşa şer de, jinên Efrînê ji hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê naparêzin û hesab ji dagirkeriya Tirk naxwazin. 

Tevî ku NY biryar girtiye ku di rewşa şer de sivîl li gorî zagonên navneteweyî bêne parastin, ev yek pêk nayê. 

Sûcên li dijî jinan pêk hatine

Derbarê mijarê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Fatma Lekto da zanîn ku ji ber hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê, gelek zarok bê dayîk man û wiha domand, ″Rewşa şer û hovîtiye çeteyan bandoreke mezin li ser psîkoljiya jinan kir. Tevî vê yekê jî rêxistinên mirovî yên jinê tu destekê nadin jinan.″

Fatma diyar kir ku ew ê hemû binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker ên ji mafên jinê û zarokan belge bikin û pêşkêşî rêxistinên jinan bikin. 

(mm)

ANHA