ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.05.2018
11 gulan, 2018   04:00

*Şopandina Pêngava Bagera Cizîrê ya jinûve dest pê kir.

*Kurê şoreşa Rojava, şehîd Şerîf Mardînî kêliyên zindî yên şoreşê tîne bîra mirov. Ew bîranînên ku mirov dikşîne ber bi hêza şoreşê û israra wê ya serkeftinê de di tekoşîn û berxwedana Şehîd Şerîf Mardîn de di hemû qonax û deman de diyar e.

*Jina ji pêkhateyên ereb a bi navê Necah El-Şêx ji mala xwe ku beriya sê salan li Efrînê lê bi cih bibû, koçber bû. Niha jî ji ber dewleta Tirk a dagirker nikare zarokê xwe ya biçûk ku pêwîstiya wê bi emeliyatê heye, derman bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Bi hezaran malbatan ji herêmên başûrê çemê Firatê yên di bin serweriya rêjîma Baas de berê xwe dan herêma Keramê ya Reqayê. Ji bo malbatan banga alîkariyê hat kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

 JIN

*Di mehekê de 28 jinên Efrînê li ser destê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rastî kiryarên kuştin, revandin û tecawizkirin hatin. Her wiha çeteyan desmalên seriyan û cilên dirêj li ser jinan ferz kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

*Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kirin ku dê Efrîn rizgar bibe û dane zanîn ku meclîsa bi destê dagirkeriya Tirk hatiye avakirin nûnertiya gelê Efrînê nake. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

DOSYA

*Ji dema rizgarkirina Kiwêtê ji dagirkeriya Iraqê heta dema rizgarkirina Iraqê ji DAIŞ′ê 5 hilbijartinên girîng pêk hatin. Lê ji ber şerê herêmî û navneteweyî yê li ser Iraqê hilbijartin negihîştin encamê. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

CIVAK Û JIYAN

*Endama Komîteya Zabîteyê ya Şaredariya Gel a Reqayê ji bo parastina tenduristiya gel, madeyên xwarinê yên li dikanan tên firotin raçav dike. Her wiha rê li ber keysbaziyê digire. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

*Di rewşa ambargoya li ser herêma Rojava-Bakurê Sûriyê hatiye ferzkirin de, şêniyên Kantona Kobanê baxçeyan diçînin û pêdiviya xwe ji sebzeyan bi cih tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

 CIWAN

*Dewreyeke perwerdeya bîrdozî ya YCR′ê li gundê Til Xezalê bi dawî dibe. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN) 

 ÇAND Û HUNER

*Navenda Çand û Hunerê ya Girkê Legê merasîma bîranîna hunermend Mizgîn organîze dike. Saet 16.00 (BI WÊNE Û DÎMEN) 

ANHA