Şerîf Mardînî… Di dema şer de ji bo aştiyê têkoşiya

Kurê şoreşa Rojava, şehîd Şerîf Mardînî kêliyên zindî yên şoreşê tîne bîra mirov. Ew bîranînên ku mirov dikşîne ber bi hêza şoreşê û israra wê ya serkeftinê de di tekoşîn û berxwedana Şehîd Şerîf Mardîn de di hemû qonax û deman de diyar e.

11 gulan, 2018   05:01

ŞÎNDA EKREM / HESEKÊ

Şerîf ji destpêka şoreşa Rojava ve dît ku erke li ser ku tevlî YPG'ê bibe. Xwendina xwe ya di zanîngeha Hiqûq de dixwend û xwewna wî bû ku xwendina xwe bi dawî bike. Lê Şerîf Mardînî (Agirî) dev ji wê xewna xwe berda û tevlî şoreşa azadiyê bû. Şerîf di nava qadên şoreşê de tekoşîn da meşandin, heta şehîd bû.

Mardînî di sala 1994'an de li taxa Til Hecer a Hesekê hate dinê. Li dibistanên bajar xwend û di zanîngehê de beşê hiqûq xwend.

Bi civakbûyîna xwe dihat naskirin, tu carî tengavî û acizî nas ne dikir û ji bo hêviyên xwe pêk bîne, tekoşîn bê navber dewam dikir. Ji fotbolê hez dikir. Ji kesên despêkê yên welatiyên ereb fêrî zimanê kurdî dikirin.

Xwendin berda û tevlî Şoreşê bû

Bavê Şehîd Agirî, Mustefa Mardînî derbarê kesayeta kurê xwe yê şehîd de got ku xewna wî bû ku zanîngeha xwe bi dawî bike û wiha dom kir: "Hêviya wî bû ku bibe parêzer û ji bo doza Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tekoşîn bike. Aliyên wê yên hiqûqî derbixe û lêkolîn bike."

Şerîf sala yekem a zanîngehê bi dawî kir. Lê beriya sala duyemîn destpêkê şoreşa Rojava destpê kir. Şerîf xwendina xwe rawestand û tevlî xebatên şoreşê bû. Di wê demê de çeteyên Cebhet El-Nusra û Artêşa Azad êrîşî herêmên Rojava dikirin.

Bavê Şehîd Agirî bi van gotinan bîranîneke kurê xwe yê şehîd bibîr anî û wiha dest pê kir: "Min carekê ji kure xwe re got, nabe tu dest ji dibistanê berde. Bi gotina 'bavo di vê demê de tevlîbûna şoreşê pêwîst e. Ev yek ji rêgezzên Rêber APO ye. Ji me re dibêje ku divê em xaka xwe biparêz in û niha em rastî êrîşan tên. Xwendin tenê têra insanan nake. Ji min re got 'Divê ez tevlî şoreşê bibim'."

Asta Şerîf a zanistî pir zêde bû, baş dizanî ku pêwîstiya demê çiye û li gorî wê biryara xwe ya tevlîbûna şoreşê pêk anî.

Gava yekem

Şerîf di destpêka xebatên di nava şoreşê de tevlî xebatên yekîneyên parastina taxan de bû. Di dirêjahiya şevê de bi hevalên xwe re parastina taxan dikir. Ji ber di wê demê de li gelek herêmên Sûriyê şerên dijwar di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên navê opozisyonê li xwe dikirin derdiket.

Hêzên rêjîmê di wê demê de di nava hewldanan de bû ku di navbera pêkhateyên bajarê Hesekê de tevlîheviyê derbixe. Dixwest kurd û ereban berde hev. Di wê demê de rêjîmê hin kom ji eşîreya "Bû Miîş" perwe kirin û ew bi çek kirin. Koma behsa mijarê ji bo êrîşa li dijî taxa Til Hecer ku piraniya şêniyên wê kurd in bikar anîn. Lê Şerîf û hevalên xwe li dijî hewldanên rêjîmê derketin.

Pêşenge

Dema YPG'ê tê avakirin, Şerîf hemen tevlî dibe û bi komeke hevalên xwe re tabûrekê pêk tîn in. Di çarçoveya tabûrê de bi koma hevalê xwe re tê perwerdekirin û navê xwe yê kod dike Agirî.

Hevrêyê Şehîd Agirî, Şoreş Çiya derbarê kesayeta wî de ev tişt anî ziman: "Di hindirê tabûrê de her dem di pêkanîna erkan de pêşeng bû. Me bi hev re rojin ku nayên jibîr kirin, jiyan kirin. Pir çalak bû her dem diruşmeya wî 'Bijî Berxwedana YPG'ê û bê serok jiyan nabe' bû."

Çiya di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku Şehîd Agirî her dem bahesa mezinkirin û firehkirina hêza yekîneyên parastinê bû û wiha dom kir: "Her dem bahsa mezinkirina hêza parstinê dikir. Digot divê perwedeya me layîqî fikrê Rêber Ocalan be, divê em jiyaneke xweşîk û pak ji nifşên nû re pêk bîn in."

'Şerê me ji bo xwe parstinê ye'

Piştî êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra li ser herêmên Rojava bi giştî û bi taybet gundên Dêrik û Rimêlan zêde bû. Fermandaran Agirî û koma hevalên wî ji bo xurtkirina xeta parstinê şandin. Di wê demê de şer pir giran bû. Hevalên Agirî dibêjin ku wê demê gotina "Em ji bo parstina gelê xwe şer dikin, em ne hezkiriyên şer in."

Di şeva 11'ê Îlona sala 2013'an de çeteyên Cebhet El-Nusra êrîşî girê gundê Rimêla Paşa ya Çilaxa kirin. Şehîd Agirî û hevalên xwe di dibistana gund de bi cih bibûn. Di navbera wan û çeteyan de şer derket. Di encama şer de Aigrî bi hin hevalên xwe şehîd bûn.

(dc)

ANHA