Kesayetên siyasî û leşkerî soza rizgarkirina Efrînê dan

Siyasetmedar û kesayetên leşkerî di şahiya pîrozbahiya salvegera yekem a rizgarkirina Tebqayê de axivîn û diyar kirin ku Efrîn ji dagirkeriya Tirk re namîne, her wiha soza rizgarkirina Efrînê dan.

Kesayetên siyasî û leşkerî soza rizgarkirina Efrînê dan
Kesayetên siyasî û leşkerî soza rizgarkirina Efrînê dan
Kesayetên siyasî û leşkerî soza rizgarkirina Efrînê dan
Kesayetên siyasî û leşkerî soza rizgarkirina Efrînê dan
Kesayetên siyasî û leşkerî soza rizgarkirina Efrînê dan
Kesayetên siyasî û leşkerî soza rizgarkirina Efrînê dan
Kesayetên siyasî û leşkerî soza rizgarkirina Efrînê dan
10 gulan, 2018   17:22

TEBQA

Di destpêka şahiyê de Hevseroka Meclîsa Rêveber a Tebqayê Hind Elî bi navê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê axivî û diyar kir ku gelên Bakurê Sûriyê bajarê Tebqayê ji tarîtiya DAIŞ′ê rizgar kirin. Hind got ku ev yek nîşaneya biratiya gelan e. 

Serkeftinan hêvî geş kirin 

Hind destnîşan kir ku bi saya fedekariya cangoriyên jiyana gelê Tebqayê jinûve geş bû û jin di hemû qadên siyasî, leşkerî û aborî de pêşengiyê dike. Hind diyar kir ku armanca ji avakirina Meclîsên Zagonsaz ê Rêveber li Tebqayê ew e ku gel bi xwe herêma xwe birêve bibe û biparêze.

Çareseriya Sûriyê bi saya danûstandinên hundirîn çareser dibe

Nûnerê MSD′ê Cîhad Umer jî salvegera rizgarkirina Tebqayê li beşdaran pîroz kir û da zanîn ku aloziya Sûriyê bi riya danûstandinên hundirîn tê çareserkirin.

Em parêzvanên azadiyê ne

Fermandarê QSD′ê Omîd Gabar jî bal kişand ser siyaset û berjewendiyên dewletan di Sûriyê de û wiha domand, ″Gelê Tebqayê bi saya berxwedana QSD′ê azadiya xwe bi dest xist û herêma Tebqaya bi ewle bûye meqseda gelên Efrîn, Şam û Humsê. Em parêzvanên azadî û demokrasiyê ne.″

Bijî biratiya gelan

Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Cuma Hesen jî got ″Bijî Sûriyeya azad û demokratîk, bijî biratiya gelan.″

Nûnerê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan jî da zanîn ku piştî bajarê Tebqayê hat rizgarkirin, gel xwe birêxistin kir û bajarê xwe jinûve ava kir.

Jin beşdarî operasyona rizgarkirina Tebqayê bû

Piştre jî nûnera Meclîsa Jina Sûrî Lîna Berekat jî axivî û destnîşan kir ku jin beşdarî operasyona rizgarkirina Tebqayê ji DAIŞ′ê bû, her wiha cihê xwe di saziyên rêveberî, siyasî û ewlekariyê de girt. 

Çawa Tebqa rizgar bû, wê Efrîn jî rizgar bibe

Di dawiyê de Berdevkê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Tebqayê Beha Hesen axivî, spasiya QSD′ê kir ku herêm ji terorê rizgar kir, soza parastina destkeftiyên li herêmê hatîn bidestxistin da û wiha got, ″Çawa Tebqa rizgar bû, wê Efrîn jî rizgar bibe.″

(mm)

ANHA