Ji ciwanên Hesekê re civîna berfireh hate lidarxistin

Yekîtiya Ciwanên Rojava civînek berfireh ji ciwanên bajarê Hesekê re lidar xist. Di civînê de geşedanên dawî ya herêmê hate nîqaşkirin, her wiha çalakiyên ku ciwanan lidarxistin nîqaş kirin.

Ji ciwanên Hesekê re civîna berfireh hate lidarxistin
Ji ciwanên Hesekê re civîna berfireh hate lidarxistin
Ji ciwanên Hesekê re civîna berfireh hate lidarxistin
Ji ciwanên Hesekê re civîna berfireh hate lidarxistin
Ji ciwanên Hesekê re civîna berfireh hate lidarxistin
Ji ciwanên Hesekê re civîna berfireh hate lidarxistin
Ji ciwanên Hesekê re civîna berfireh hate lidarxistin
Ji ciwanên Hesekê re civîna berfireh hate lidarxistin
10 gulan, 2018   12:29

HESEKÊ

Bi sedan ciwanên ji hemû pêkhateyan beşdarî civînê bûn. Nûnerên YPG û Hêzên Asayîşê jî di civîna ku li salona Salam a li bajarê Hesekê hate lidarxistin de bûn. Civîn bi rêzigirtinê destpê kir, paşê Cîgirê Hevserokatiya Kantona Hesekê Dawid Hecî Numan axivî û geşedanên dawî yên li herêmê nirxandin.

Hecî Numan di berdewama axaftina xwe de got ku tevahiya Rojhilata Navîn bûye armanca hêzên sermyandar û wiha pê de çû: "Hedefgirtina Sûriyê ne ji valatiyê hatiye. Şoreşa Sûriyê ji xeta xwe ya aştiyane derketiye, gelek hêzên derve di şoreşa Sûriyê de destwerdanê kiriye. Vê yekê jî alozî hîn zêdetir kiriye."

Hecî Numan, di berdewama axaftina xwe de jî bibîr xist ku dîrok xwe careke din dûbare dike û wiha pê de çû: "Beriya sed salî, şerê cîhanê ya yekem li ser esasê nakokiyên wekî yên îro têne jiyankirin, pêk hat. Lewma tiştê niha em jiyan dikin, şerê cîhanê yê sêyemîn e. Dewleta Tirk timayên xwe di herêmê de heye."

Numan her wiha bal kişand ser rola gelê herêmên û wiha pê de çû: "Em xwe naspêrên tu hêzan. Me hêza xwe li ser erdê isbat kiriye. Li tevahî herêmên Bakurê Sûriyê çete têk çûn. Koalîsyona Navdewletî jî di şerê li dijî çeteyan bû hevkara me, ew ne hêza sereke bû. lewma kî xwe vedikşîna bele biçe, baweriya me bi hêza me tê."

Cîgirê Hevserokaê Katnona Hesekê Daiwd Şêx Numan di dawiya axaftina xwe de jî got ku di sala 2018'an de wê dê ji salên din hîn bar û tekoşîn girantir be, Berxwedana Serdemê jî mînaka wê ye."

Piştî axaftin bi dawî bû, ciwanan mijarên rêxistinî nîqaş kirin û destnîşan kirin ku divê ciwan rola ya di rêxistinkirina civakê de hîn baştir pêk bîn in.

Di dawiya civînê de pîlana kar û xebatên ciwanan a 6 mehan hate diyarkirin. Di nava xebatên ku dê pêk werin vekirina dewreyên perwedeya bûn. Her wiha avakirina tabûrên taybet ên ciwanan, çêkirina komîteyên çandê li navenda ciwanan, her wiha semîner û sînevizyon derbarê tekoşîna li dijî tiryak û madeyên hişbiriyê dê werin pêşkêşkirin. Her wiha dê ciwan ji bo ji bo tevlîbûna YPG û QSD'ê werin rêxistinkirin.

Di dawiya civînê de koma ciwanan stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

(dc)

ANHA