Yekemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Dibistanan destpê kir

Çalakiyên Yekemîn a Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Dibistanên Kantona Qamişlo dest pê kirin.

Yekemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Dibistanan destpê kir
Yekemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Dibistanan destpê kir
10 gulan, 2018   12:26

QAMOŞLO

Bi dirûşmeya "Ziman beden e, çand bende ne, jeografiya beden e, xwedî li bendê derkeve" çalakiyê Yekemîn Mihrecana Çand û Hunera Dibistanên Kantona Qamişlo li stada 12‘ê Adarê dest pê kir.

Mîhrîcan ji aliyê ji Rêveberiya Dibistanên kantona Qamişlo bi hevkariya Yekîtiya Werzîşê ya herêma Cizîrê ve hatiye organîzekirin. Xwendekarên seretayî û navîn di çalakiyê beşdar bûn.

Di roja yekem a çalakiyê de 6 tîmên sporê yên bajar û navçeyên Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Çil Axa, Girkê Legê û Qamişlo beşdar bibibûn û bi lîstokên volîbol û şatrencê dest pê kir.

Mîhrîcan dê 4 rojan berdewam bike. Du rojên destpêkê taybet ji bo sporê ne wekî (Şatranc, volîbol, bazdan û fotbola ya jinan) û du rojên dawî dê çalakî çandî û hunerî li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê bêne lidarxistin.

Di roja dawî ya mîhrîcanê de xelat werên belavkirin.

(bb)

ANHA