Şiyar Mihemed rewşa Tebqa ya salekê nirxand

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Şiyar Mihemed diyar kir ku li Tebqayê piştî rizgzrkirinê gavên girîng di her qadan de hatin avêtin.

Şiyar Mihemed rewşa Tebqa ya salekê nirxand
Şiyar Mihemed rewşa Tebqa ya salekê nirxand
10 gulan, 2018   08:50

TEBQA

Herêma Tebqayê 7 salan, di bin dagirkeriya komên çeteyan de ma. Çeteyên DAIŞ‘ê di dawiya sala 2013‘an herêma Tebqayê dagir kir. Şervanên QSD‘ê di 10‘ê Gulanê de herêm rizgar kir. Bi rizgarkirin û paqijkirina bajar ji bermahiyên çeteyan re bajar gavên nû ber bi avakirin û rêxistinbûyê ve avêtin.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Şiyar Mihemed qala gavên ku li herêma piştî rizgarkirinê hatine avêtin kir.

Aktîvkirina saziyan û paqijkirina herêmê misyona Meclîsa Sivîl e

Bi damezirandina Meclîsa Sivîl a Tebqayê misyona sereke ya meclîsê ji nû ve avakirina herêmê ye û paqijkirina wê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê ye.

Mihemed derbarê mijarê de got, "Destpêkê wekî Meclîsa Sivîl me Şaredariya Gel a Tebqayê akîv kir da ku herêm ji bermahiyên şer paqij bike, her wiha stasyona safîkirina avê û toreyên avê ji nû ve hatin sererastkirin û av derbarî her malan hate kirin. Di dema ku çeteyên DAIŞ herêm dagir kiribûn deverên xizmetguzariyê xirab kiribûn. Di demek kurt de  li gel derfetên kêm me dikarîbûn gavên ber bi çav bi avêjin û saziyan ji nû ve bixin xizmetê."

Mihemed, her wiha destnîşan kir ku li herêma Tebqayê aş hatin aktîvkirin û 10 firne hatin vekirin, her wiha pêwîstiyên nan  ji ard, hevîrtirş, cenatorê ji bo firneyan hatin peyda kirin û nan ji hemû welatiyên bajarê û gundan re hatin peydakirin.

Derbarê alîkariyê de; Şiyar Mihemed bal kişand li ser rola rêxistênên alîkariyê yên li herêmê di belavkirina alîkariyên de ji bo welatiyên û koçberan.

Hevserokê Meclîsa Rêveber Şiyar Mihemed her wiha rola şervanên QSD‘ê ya parastina herêmê û ewlehiya welatiyan piştî rizgarkirinê ta radestkirina ji bo Hêzên Ewlekariyê Hundirîn a Herêmê destnîşan kir.

Aktîvkirina beşê perwerdeyê

Di ddema dagikirina  herêma Tebqayê de pewerde ji xizmetê hatin derxistin, çete hemû dibistan veguherandibûn bargehên leşkerî û fikirên xwe yên şofonîst di mejiyê zarokan de diçand. Bi rizgarkirinê re, ji nû ve avakirina saziyên perwerdeyê pêwîstiyeke bû, li ser vê yekê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê misyona vê yekê ji paqijkirina dibistanan heta amadkirina kadoriyên perwerdeyê û vekirina dibistanan û perwerdedayîn girt ser milê xwe û pêk anî.

Mihemed anî ziman ku Komîteya Perwerde û Fêrkirina  li gel Şaredariya Gel û hin mamosteyên dildar bi hev re xebitîn û dibistan paqijkirin, piştî demek dest bi pêşwazîkirina xwendekaran kir.

Meclîsên Rêveber û Zagonsaz hatin damezirandin

Şiyar Mihemed damezirandina  meclîsên rêveber û zagonsaz bi "gaveke mezin" wesif kir. Meclîsa Rêveber ji hejmarek komîteyan pêk tên, komîteyan roleke mezin di aktîvkirinaq saziyan û rêxistina herêmê de lîst.

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê derbarê pêşeroja herêma Tebqayê diyar kir ku  hemû meclîs dê ji nû ve werin rêxistin da ku kêmasiyên berê hatin jiyankirin carin neyên dûbarekirin.

(bb)

ANHA