Ji Tirafika herêma Firatê hemleya rakirina camên reş ên erebeyan

Rêveberiya Giştî ya Tirafîkê ya herêma Firatê dest bi hemleya rakirina camên reş ên erebeyan kir.

Ji Tirafika herêma Firatê hemleya rakirina camên reş ên erebeyan
10 gulan, 2018   09:07

KOBANÊ

Rêveberiya Giştî ya Tirafîkê ya herêma Firatê ji bo rakirina camên reş ên erebayn  duh hemleyek da destpêkirin. Polîsên leşkerî û Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşê jî tevlî hemleyê bûn.

Li gorî daxuyaniya Buroya Raghandina Rêveberiya Giştî ya Tirafîkê ya herêma Firatê hemele rakirina camên reş ên erebeyan dê dewam bike ta camên reş li ser hemû erebeyan werin rakirin.

(bx)

ANHA