Rojevên rojnameyên ereban yên sereke ev in!

Di rojevên rojnameyên ereban de îro bal kişandin ser şerê Îran û Îsraîlê li ser xaka Sûriyê destpê kiriye û êdî bi çavan tê dîtin. Şerê herdû aliyan piştî daxuyaniya Serokê DYA Tramp a vekişandina ji bernameya nuklerî ya Îranê diyar bû.Gelê Tirkiyê di riya bikaranîna gotina "TEMAM" ji Serokomar Erdogan xwestin dest ji karê xwe berde.

Rojevên rojnameyên ereban yên sereke ev in!
10 gulan, 2018   08:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Ereban di rûpelên xwe yên îro de rewşa li Sûriyê wekî mijareke sereke girtin, dest. Di heman demê de bernameya nuklerî ya Îranê, hilbijartinên li Tirkiyê û Îraqê, rewşa Yemenê jî di rûpelên pêş de hatin ravekirin.

 Di rojnameyên erebî de civîna sê alî ya Rûsiya, Tirkiyê û Îranê wekî mijareke sereke hate rojevkirin. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de nivîsek bi sernavê "Tureya 9'an a Astana…Merkel behsa rolake mestir a Ewropa dike" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku civîna sê alî wê rojên duşem û sêşemên werin li Astana werin lidarxistin û wiha dom kir: "beriya civîn were lidarxistin, Serokwezîra Elmanî Mergel destnîşan kir ku divê Ewropa roleke mestir di xebatên çareserkirinê li Sûriyê de cih bigre."

Bargehên Îranê li Sûriyê hedef hatin girtin

Derabrê şerê di navbera hêzên herêmî ya li ser xaka Sûriyê de jî rojnameya El-Heyat sernavê "Şam: Fûzayên Îsraîlê bargehên leşkerî û depoyên cebxaneyan hedef girtin." Avêt. Rojanemaya El-Qudis El-Erebî jî li ser mijarê sernavê "Îsraîl Kiswê bombebaran kir…Şerê Amarîka li dijî Îranê bi wekîlan"

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku ev ne cara yekem e ku Îsraîl Kiswê topbaran dike û wiha dom kir: "lê vê carê bandoreke din kir, ji ber di dema ku Amarîka xwe ji Itîfaqa Nuklerî ya Îranê vekişandiye pêk hatiye. Ev jî dibe ku bandoreke mezin li bingehên rewşê bike. Ev asta piştgiriya Amarîka ji Îsraîlê re nîşan dide, bi taybet beranberî helwesta Amarîka derbarê Îranê li Sûriyê diyar e."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê sernavê "Nitinyaho ji Pûtîn xwest  di Sûriyê de bi azadî li Îranê bidin", her wiha sernavekî din jî "Hêzên Îranê colan topbaran dike, Îsraîl jî bersiv da û bajarê Baas topbran kir" avêt.  Rojanameyê di nivîsa xwe de got ku çavkaniyên dîplomasî  ji rojnameya El-Şeriq El-Ewset re gotiye ku Serokwezîrê Îsraîlê ji Pûtîn xwestiye ku bi azadî li bargehên Îranê yên li Sûriyê bide û wiha dom kir: "Pûtîn û Nitinyaho duh civiyan. Di civînê de dosya nuklerî ya Îranê û rewşa Sûriyê nîqaş kirin."

Bargeheke Amrîkî li Minbicê û Tirkiyê peyamê fam dike

Rojnameya El-Ereb jî derbarê aloziya Sûriyê de sernavê "Bargeheke Amarîkî li Minbicê, pêşketina Tirkiyê radiwestîne" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku berpirsekî QSD'ê eşkere kiriye ku Amarîka li Minbicê bargeheke leşkerî saz kiriye û wiha dom kir: "Amarîka bargeha xwe beriya sê mehan li Minbicê saz kiriye. Da ku peyamê bighîne dewleta Tirk ku pêşketina ber bi van herêman ve xeta sor e. Çavdêr dibêjin ku pêkanîna bargeheke leşkerî li Minbicê peyamk zelal e ku ev herêm girêdayî Amarîka ye. Wiha jî wê rê neyê dayîn ku Tirkiyê êrîşî wê herêmê bike."

Îraqê

Derbarê hilbijartinên Îraqê de rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavên "Sedir Serokê Parêzgeha Meysan ji bo serokatiya hikûmeta Îraqê pêşniyar dike"  û "Ebadî biryara Tramp a vekişîna ji itîfaqa nuklerî ya Îranê bikar anîn" ji du nivîsên re bikar anî. Rojanemeya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê de sernavê "Fermana hikûmetê bi girtina balafiran û parastina hilbijartinan" avêt.

Rojnameya El-Ereb derbarê mijarê de sernavê "Suniyên Îraqê di hilbijaritnan bê hesab in" avêt. Rojnameyê di nûçeya xwe de got ku hilbijartinên Îraqê di nava nakokiyên mezin de pêk diçin û suniyên Îraqê heta niha bê hesab in.

Gefên Tramp ji Îranê re

Derbarê rewşa Îranê jî rojnameyan bal kişandin ser vekişîna Amarîka ji itîfaqa nuklerî ya Îranê û bandora wê. Rojanemeya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Paster û Artêşa Îranê bi vekişîna Amarîka ji itîfaqa nuklerî bê xemin" avêt. Rojnameya El-Erebî jî derbarê heman mijarê de jî senavê "Ewropa biryarên Tramp qebûl nakin, di piratîkê de jî pêk tîn in" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "Parçebûna li Îranê kurtir dibe, Tramp gefên xwe zêde dike" avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Giringtirîn biryara vekişîna Serokê DYA Tramp ji itîfaqa nuklerî ya Îranê parçebûna di hindirê Îranê de kûrtir kir. Şêwirmendê mezin ê Îranê Elî Xaminaî li navenda xwe daxuyaniyek da û ne razîbûna xwe derbarê perspektîfên hikûmeta Rûhanî da."

Aloziya Lubnanê

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Lubnanê û hilbijartinên hatin lidarxistin de sernavê "Huzib El-Ah û Tevgera Emel nûnertiya şîa di destê xwe de digrin."Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî derbarê mijarê de sernavê "Lubnan: pîzot hîn di bin ariyê de pêketiye, Erselan daxwazên komunistan qebûl nake"Rojanemeya El-Ereb jî sernavê "Li berxwedayîna hevgiritna Ewin û Herîrî dikare wî bihêle serokwezîr"

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hilbijartinên Lubnanê bê pirsgirkêk derbas bûn û wiha dom kir: "Niha êdî qonaxa pirsan derkete holê. Gelo wê Seed Herîrî vegere cihê xwe di erka serokwezîriyê de. Ev yek bi piştgiriya serokê Lubanê Mîşêl Ewin ve girêdayî ye."

Filistîn

Derabrê rewşa Filistînê jî rojanemyan nivîsên cûda weşandin. Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Xeza: Hewldana lidarxistina meşa milyonan di roja 14-15 ê mehê de" avêt. Rojnameyê got ku Desteya Niştimanî ya Bilind banga meşên mezin ên vegerê û şikenandina dorpêçê kir"

Yemen

Derbarê rewşa Yemenê de jî rojnameya El-Ereb sernavê "Gelo Tariq Salih dê hevsengeyên şerê Yemenê bide guhertin" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Berxwedana Niştimanî ya Yemenî ku bi fermandariya Mîralayî Tariq Salih pêk hatiye rewşeke nû li ser erdê pêk anî û wiha dom kir: "Hêzên Salih serkeftinên mezin li ser erdê pêk anîn. Niha jî ew nêzî rawestgeha deryayî ya El-Hidêda ya stratejîk e. Di dema ku hêzên serokê niha Ebdirebo Mensûr nikarîbû xetên parstinê yên wê eniyên derbas bike."

Hilbijartinên Tirkiyê

Di rojnameyên ereban de hilbijartinên Tirkiyê jî di asteke bilind de tê şopandin.Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "Dozgerî ji kesên di derbeyê de cih girtin re 25 sal hebis dixwaze" avêt. Rojnameya El-Ereb jî sernavê "Hemleya #TAMAM' Biçe ey sultan" avêt. Rojnameyê got ku çalakvanên li ser malperên civakî hemleya'Bese' dane destpêkirin, ev gotin li ser zimanê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan derketiye, beriya hilbijartinan jî haştaga TAMAM li dijî Erdogan hate destpêkirin."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî da zanîn ku hêzên opozisyonê pirsek ji Erdogan kirin û jê re gotin ku heger gel jê bixwaze istîfa bike, wê pêk bîne. Erdogan jî di berdiva xwe de îdaya kir ku dê daxwaza wan pêk bîne. Erdogan di bersiva xwe de got ku heger gelê me rojekê got TAMAM ez ê wê demê istîfa bikim.

(dc)