Di nava rûxandinan de gul û sebzeyan çandine

Hezkirina Mihemed  a ji welat re hişt ku di rewşa şer de li ber xwe bide û welatê xwe terk neke. Mihemed ji bo ku êşa xwe kêm bike, di nava rûxandinan de baxçeyekî biçûk çandiye û dema xwe xizmeta gulan û sebzeyan derbas dike.

10 gulan, 2018   07:57

SÎLVA MUSTEFA / HELEB

Welatiyê bi navê Mihemed Casim (58) ji gundê Til Sosiyan ê dikeve gundewarên rojhilatê Helebê û niha li taxa Bêdîn a bajarê Helebê dijî. Zewicî ye û 4 zarokên wî hene.

Taxa Bêdîn a rojhilatê Helebê ji ber jî şerê li herêmê rû da, gelek ziyan û rûxandin dît. Li vê taxê baxçeyê Mihemed Casim bala mirov  dikişîne.

 Mihemed beriya 5 salan baçxeyekî biçûk li mala xwe çêkir, gelek cûreyên gulan tê de çandin û navê ″Baçxeyê gulan″ lê kir. Her wiha cûreyên şînkayî û sebzeyan wek ″Baxdunos, kundir, bacanên reş û sor, xiyar, îsot″ û zebeş jî çandine.

 Mihemed ji ber rûxandinan tehemul nekir û ji bo êşa xwe kêm bike û bihna derxe baxçeyek di nava rûxandinan de çand. Mihemed wiha got, ″Di dema dorpêça li ser taxên rojhilatê Helebê de, min destek dida welatiyan û sebzeyên baxçeyê xwe pêşkêşî wan dikir. Ez piraniya dema xwe li nava baxçeyê xwe derbas dikim, li stranên Kurdî û Helebî guhdar dikim.″

Hezkirina welat hişt ku di şer de li ber xwe bide

Mihemed bi welatparêziya xwe tê nasîn û di nava mirovên xwe bi gotina ″Welat ne mistek ax e ku mirov bi xwe re bibe, welat li vir e″ navdar e. Hezkirina welat hişt ku Mihemed di rewşa şer de li ber xwe bide heta ku taxa wî ji çeteyan hat rizgarkirin. 

Mihemed bang li hemû kesên derveyî welat kir ku vegerin welatê xwe, lê bijîn û jinûve ava bikin. 

(mm)

ANHA