Toreyên telefonan ên Reqayê têne sererastkirin

Komîteya telefonan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê toreyên telefonan ên ku çeteyên DAIŞ′ê xera kirine, sererast dike da pirsgirêka pêwendiyan li Reqayê were çareserkirin. 

Toreyên telefonan ên Reqayê têne sererastkirin
Toreyên telefonan ên Reqayê têne sererastkirin
Toreyên telefonan ên Reqayê têne sererastkirin
10 gulan, 2018   07:39

REQA 

Derbarê mijarê de, Endamê Komîteya Têkîliyên Giştî ya Navenda Pêwendiyan a Reqayê Mehmûd Ebid Ibrahîm ji ANHA′yê re axivî û da zanîn ku navendên sereke yên toreyên telefonên erebê yên Reqayê ji aliyê DAIŞ′ê ve hatin talankirin û bi temamî hatin xerakirin. Mehmûd wiha domand, ″Çeteyan toreyên telefonan şewitandin da gel nikare bi civaka derdorê re têkildar bibe. Em di xebatên sererastkirina toreyên telefonan de zehmetiyan dibînin, ji ber ku alavên me kêm in. Divê şirketa Almanî SMINS û şirketa Sêwîdî ARKSON bi me re bibin alîkar da pirsgirêka telefonên erdê bi temamî li herêmê were çareserkirin. 

Mehmûd diyar kir ku dê toreya telefonên destan jî meha bê were amadekirin.  

(mm)

ANHA