Gula Firatê xwe ji şahiyê re amade dike

Şêniyên Tebqayê amadekariya şahiya salvegera yekem a rizgarkirina herêma xwe ji çeteyên DAIŞ'ê dike.

Gula Firatê xwe ji şahiyê re amade dike
9 gulan, 2018   07:11

 TEBQA

QSD'ê bajarê Tebqayê di 10'ê gulana 2017'an de ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Bajarê Tebqayê ku di nava gelê herêmê de wekî bajarê herî xweşik ê herêma Firatê tê naskirin, amadekariya şahiya salvegera rizgarkirina xwe dike.

Hêzên QSD'ê di dema hemleya Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê dabûn destpêkirin de,  di 21'ê Adara 2017'an de hemleyek cûda bi navê "Çalakiya rizgarkirina Tebqa û bendava wê" dan destpêkirin. Di encama hemeleya ku 50 rojan dewam kir de, bajarê Tebqayê çeteyan hate rizgarkirin.

Tê payîn ku sibe şahiya salvegera yekem a rizgarkirina Tebqayê were lidarxistin. Şêniyên herêmê amadekariya lidarxistina şahiyê dikin. Di şahiyê de dê axaftin werin kirin, her wiha wê komên turkman, kurdî û erebî bernameyên xwe pêşkêş bikin. Komîteya Amadekar destnîşan kir ku wan hemû beşên vexwendina ku beşdarî şahiya sibe bibin.

Di sala 2012'an de bajarê Teqbayê ket bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê. Rewşa bajar heta roja 10'ê gulana sala 2017'an ku ji aliyê QSD'ê ve hate rizgarkir, wiha dewam kir.

(dc)

ANHA