Meclîsa Sivîl a Dêrazorê beşa duyemîn a alîkariyan wergirt

Meclîsa Sivîl a Dêrizor beşê duyemîn a alavan ku Koalîsyona Navdewletî bi armanca xebatên jinûve avakirinê ji wan pêşkêş kirin, wergirtin. Alav dê di xebatên xizmetguzarî de werin bikaranîn.

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê beşa duyemîn a alîkariyan wergirt
9 gulan, 2018   07:29

DÊRIZOR

Derfetên şaredariya gel û saziyên xizmetguzarî yên gundewarên Dêrazorê pir kêm in û pêwîstiya wan bi alavên rakirina bermahiyan û sîtêrên avê heye.

Di çarçoveya alîkariyên ku Koalîsyona Navdewletî ji meclîsê re pêşkêş dike de, duh beşê duyemîn ê alavên giran gihiştin gundewarên Dêrazorê. Alav ji aliyê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê ve hatin wergirtin.

Alavên giran ên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê wergirtin sê sîtêrên avê, qelabek û embulansek e.

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Leyla El-Hesen derbarê alîkariyan de ev tişt anî ziman: "Me alavên Koalîsyona Navdewletî ji bo pêkanîna xebatên xizmetguzarî şandine, wergirtin."

Li ser wergirtina alavan Leyla got ku ew ê embulansê bidin nexweşxaneya herêma Kesra, sîtên avê jî wê avê ji welatiyên xeta gundên rojhilat belav bikin, qelab jî wê di rakirina bermahiyên herêmê de were bikaranîn.

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Leyla El-Hesen di dawiya axaftina xwe de jî got ku hîn jî alavên wan ji bo xebatên jinûve avakirinê kêm in û ev tişt anî ziman: "Lê tevî bê derfetiyan em bi hemû hêza xwe dixebitin."

Beşa yekem a alîkariyan ku ji aliyê Koalîsyona Navdewletî ve ji Meclîsa Sivîl a Dêrazorê re hate pêşkêşkirin, ji sê qelab, 2 tirêks û embulansekê pêk dihat. Beriya niha bi demekê teslîmî Meclîsa Sivîl a Dêrazorê hatin kirin.

(dc)

ANHA