Salek piştî rizgarkirina Tebqa -2

Hemleya rizgarkirina Tebqayê tenê bi aliyê leşkerî ve sînordar nîn e, aliyê siyasî de amadekarî dihatin kirin û navenda xebatên siyasî bajaroka Eyn Îsa ya bakurê Reqayê bû. Meclîsa Sivîl a Reqayê hat avakirin û 27 endamên meclîsê hebûn. Ji endamên meclîsê 7 kesan nûnertiya herêma Tebqayê dikirin. Ji bo amadekariyên xebatên Tebqayê komîteyên weke komîteya têkiliyên giştî, aborî, ewlehî û xizmetguzarî hatin avakirin.

Salek piştî rizgarkirina Tebqa -2
Salek piştî rizgarkirina Tebqa -2
Salek piştî rizgarkirina Tebqa -2
Salek piştî rizgarkirina Tebqa -2
Salek piştî rizgarkirina Tebqa -2
Salek piştî rizgarkirina Tebqa -2
9 gulan, 2018   04:20

Rizgarkirina Tebqa çawa bandor li ser pêşketinên siyasî û leşkerî kir

ABDULREZAQ ZEKERIYA / TEBQA

SIYASÎ

Meclîs li ser kîjan pêdiviyan hat avakirin, endamê meclîsê Ehmed Silêman got:‟ Sivîlên bajarê Tebqayê nû ji zilma çeteyên DAIŞ`ê rizgar bibûn, di encama dagirkeriya çeteyan a herêmê ku 7 salan dirêj kir gelek fitin û fesadî hebû, ji bo gel were birêxistin kirin û ewlehî li herêm çêbibe nûnerên herêma Tebqa ku ciyê xwe di Meclîsa Sivîl a Reqayê digirtin, derbasî herêma Benda Tişrîn bûn. Rêxistinkirina rêveberiya Tebqayê careke dîtir ber çavan re hat derbaskirin û piştî avakirina Meclîsa Sivîl a Tebqayê hejmara meclîsê gihîşte 30 kesî. Ji hemû pêkhateyên herêmê ciyê xwe di nava meclîsa Tebqayê de digirtin”.

Li ser rizgarkirina Tebqayê 5 roj derbas bûn, rêveberiya herêmê pêdiviyên gel ên jiyanê weke av, nan û madeyên sotemeniyê peyde kirin. Çawa bajarê Tebqayê paqij kirin Rêveberiya Tebqayê meclîsên taxan ava kirin.

Di wextê bajarê Tebqayê hat rizgarkirin, hejmara şêniyên Tebqayê 16 hezar bû, piştî ku aramî vegeriya bajarê Tebqayê û bajar hat birêxistin kirin niha hejmara şêniyên Tebqayê gihîşte 80 hezarî.

Hevseroka Meclîsa Damezrîner Rûşen Hemê jî destnîşan kir wan li ser pêdiviya herêmê modêla rêveberiya xwe dan guhertin û wiha pê de çû:‟ Piştî herêm bi aram û ewle bû û hejmara şêniyên Tebqayê zêde bûn Meclîsa Rêveber 11`ê îlona 2017`an biryar da ji bo avakirina meclîsa zagonsaz komîteyeke amadekar ava bikin. Roja 25`ê cotmeha 2017`an 55 endamên meclîsa Zagonsaz hatin hilbijartin.

Meclîsa Zagonsaz dê pêşniyarên meclîsa Rêveber ku ji 70 endamî pêktê û li ser 13 komîteyan belav bûne, binirxîne.

1`ê kanûna 2017`an Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi awayekî fermî hat raghandin.

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed avakirina Meclîsa Sivîl a Reqayê pîroz kir û deskeftiyeke demokratîk nirxand.

Hevserokê Meclîsa Rêveber Şiyar Mihemed destnîşan kir ku Rêveberiya Tebqayê bi roxmî gelek zor û zehmetiyan xebatên xwe birêvebir û gihîşte deskeftiyên mezin.

Herêma Tebqayê aliyê siyasî de gavên girîng avêtin, nûnerên wê ciyê xwe di nava Partiya Sûriyê ya Pêşerojê de girtin, di çarçevê tevgerên civakî de jî sendîqe avakirin.  Her wiha ji bo piştgiriya gelên Efrîne rabûn xwepêşandanê û li hemberî dagirkeriyê helwestê xwe diyar kirin.

LEŞKERÎ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalisyona navdewletî bi roxmî bajarê Tebqayê aliyê erdnîgarî û aborî de xwedî girîngiyeke bû, girîngî nedane. Gelek siyasetmedar û fermandarên leşkerî yên Sûriyê Tebqa yek ji herêmên Rûsya didîtin.

Hêzên rejîmê û hêzên alîgirê wê bi alîkariya balafirên şer ên Rûsya havîna 2016`an hewldan ku Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê bigrin. Di encama hinek rewşên siyasî de balafirên Rûsya sekinîn û di encamê de hêzên rejîmê wendahiyên mezin dan û paşve kişiyan.

QSD`ê mijdara 2016`an destbi Hemleya Xezeba Firatê kir û Berdevka Fermî ya Hemleya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed di daxuyaniyeke ku dan raya giştî hedefa wan ji hemlê dorpêçkirina bajarê Reqayê ye.

Piştî ku Hemleya Xezeba Firatê dest pê kir aliyê Rûsya û Îranê îlan kirin ku wan ji bo girtina gundewarên rojhilatê Helebê destbi hemleyê kirine.

Nîvê adara 2017`an hêzên rejîmê bajaroka Dêr Hafir û gundewarên wê gitin û berbi bajaroka Meskene bi pêşve çûn.

Her wiha Koalisyon û hêzên taybet ên QSD`ê hêz daxistin herêma Tebqayê û hemû rê li pêşiya hêzên rejîmê girtin û çeteyên DAIŞ`ê xistin çemberê de.

Cara yekemîn 21`ê adarê li gundê Ebû Hureyre yê dikeve bakurê rojavayê Tebqayê hêz daxistin, piştre li gundê El-Sefsaf ku dikeve rojhilatê Tebqayê hêz daxistin û balafirgeha Tebqayê rizgar kirin.

Piştî ku balafirgeha Tebqayê rizgar kirin destpêka meha nîsanê destbi Hemleya Rizgarkirina Reqayê kirin.

Roja 10`ê Gulanê şêniyên Tebqayê serkeftina QSD`ê pîroz kirin û pêvajoyeke dîrokî ya nû dest pê kir.

Piştî ku herêma Tebqayê rizgar bû, tevlîbûna ciwanên Tebqayê ya QSD`ê zêde bû û erka parastina herêmê girtin ser milê xwe.

Di vê çarçevê de ciwanên gund û êlên gundewarên Tebqayê dildarî focên taybet 13`ê mijdarê li gundê El-Sefsaf avakirin. QSD`ê jî xwedî li van focan derket û aliyê lojistîk û rêxistinî de bi wan re dibe alîkar. Focên hêzên teybet dewreya perwerdê ya bi navê dewreya Şehîd Dilovan Tebqa bi dawî kirin. Li gundê Elbo Asî foca Xalid Ilêwî û li Mehmiye El-Gerîn Ehmed El-Şawî avakirin.

Ji bo xurtkirina parastine û civak bikarbe bi xwe parastina xwe bike Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê zagona Erka Xweparastine derxist.

31`ê kanûnê focê Erka Xweparastine yê Ehmed El-Reqawî hat avakirin û tê pîlankirin ku ji bo parastine hîn zêdetir amadekarî were kirin.

Bajarê Tebqayê 10`ê Gulanê 2017`an ji aliyê şervanên QSD`ê ve hat rizgarkirin.

Sibe: Bi pêşengtiya jinê gavên girîng hatin avêtin

(np)

ANHA