Li bajarê Kiswê yê Şamê teqînek rû da

Li noqteyeke hêzên rêjîma Sûriyê ya li bajarê Kiswê ya gundewarên Şamê, dengê teqînekê hat.

Li bajarê Kiswê yê Şamê teqînek rû da
8 gulan, 2018   20:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Ragihandina rêjîma Sûriyê ragihand ku Li noqteyeke hêzên rêjîma Sûriyê ya li herêma Kiswê ya gundewarên Şamê, dengê teqînekê hat. malpera rojnameya El-Weten a Sûrî jî diyar kir ku hêzên Îsraîlê êrîşî noqteyeke nêzî bajarê Kiswê yê dikeve gundewarên başûrê Şamê kiriye. 

Derbarê bûyerê de tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.    

(mm)