ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.05.2018
9 gulan, 2018   04:00

*Şopandina Pêngava Bagera Cizîrê ya jinûve dest pê kir.

*Şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbiciê li goristana Şehîd Dicle oxir dikin. Saet 17.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Sûriyê bi giştî û Bakurê Sûriyê bi taybet didomîne, her wiha ava Çemê Firatê wekî çek li dijî gelê Sûriyê bikar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Hemleya rizgarkirina Tebqayê tenê bi aliyê leşkerî ve sînordar nîn e, aliyê siyasî de amadekarî dihatin kirin û navenda xebatên siyasî bajaroka Eyn Îsa ya bakurê Reqayê bû. Meclîsa Sivîl a Reqayê hat avakirin û 27 endamên meclîsê hebûn. Ji endamên meclîsê 7 kesan nûnertiya herêma Tebqayê dikirin. Ji bo amadekariyên xebatên Tebqayê komîteyên weke komîteya têkiliyên giştî, aborî, ewlehî û xizmetguzarî hatin avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Şehbayê yên dagirkirî (taybet li Babê û gundewarên wê) siyasetên qirêj têne meşandin. Bêdengiya dewleta Tirk a li hember şerê diqewime, armanca Tirkiyeyê ya guhertina demografiya Efrînê nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 JIN

*Zehmetiyên jiyanê li pêşiya wê nebûn asteng ku hêviya xwe pêk bîne û bibe mamosteya zimanê Kurdî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Mala Jinê ya kampa Eyn Îsa derfetên kar ji jinên kampê re peyda dike û destek dide wan da zarokên xwe xwedî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Di çarçoveya pêvajoya duyem a kampanya Kongreya Star a ji bo Efrînê, Kongreya Star bi jinên Til Rifet û gundê Babins ên Kantona Şehbayê re dicive. Saet 16.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN 

*Êş û zehmetiyên jiyanê ya koçberên di kampa Holê de dimîn in bi nêzîkbûna demsala havînê re zêde dibe. Bi taybet ji ber ku rêxistinên navdewletî erka xwe ya pêşkêşkirina alîkariyan bi cih nayîn in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Zaroka Efrînî Afrîn Ebdulrehman bi parçeyê topa Artêşa Tirk a dagirker birîndar bû û niha astengdar e. Di heman êrîşê de xwîşka wê Koçerîn jî şehîd bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Zarokê bi navê Hisên Necim dema diçû dibistana xwe, di encama teqîneke ku ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve pêk hatî de birîndar bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA