Tirkiyê riya DAIŞ'ê didomîne

Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Sûriyê bi giştî û Bakurê Sûriyê bi taybet didomîne. Dewleta Tirk ava Çemê Firatê wekî çek li dijî gelê Sûriyê bikar tîne.

Tirkiyê riya DAIŞ'ê didomîne
Tirkiyê riya DAIŞ'ê didomîne
Tirkiyê riya DAIŞ'ê didomîne
Tirkiyê riya DAIŞ'ê didomîne
9 gulan, 2018   05:06

XANDÎ ELO / TEBQA

Ev 4 meh in dewleta Tirk a dagirker ava Firatê ji ser Sûriyê qut kiriye. Vê yekê rewşa jiyanî ya şêniyên herêmên li ber Firatê ku Tebqa jî yek ji wê ye pir dijwar bû ye. Ji ber şêniyên herêmê debara xwe ya jiyanê li ser çandiniyê pêk tîn in. Di encama qutbûna avê de gelek dînemoyên avê ji xizmetê derketine, her wiha saetên dayîna ceyranê hatiye kêmkirin.

Tevî ku şêniyên herêmê gelek bang kirine da ku zexet li ser dewleta Tirk were kirin ku qnaûnên navdewletî derbarê dabeşkirin avê pêk bîne, lê carde jî Erdogan siyasetên xwe didomîne û guh li kesî nake.

Li gorî itîfaqên dabeşkirina ava Çeman divê herî kêm di saniyê de 500 M3 ji Sûriyê û Îraqê re were berdan. Lê niha kêmî 200 M3 tê berdan. Bi vê yekê ava herêmê daketiye kêmî nêvî.

Ev siyasetên dewletaTirk di dema ku xebatên temîrkirina bandavê didomîn in de pêk tê. Saziyên herêmî bi hêza xwe karîbûn wêraniya mezin ku di bendavê de pêk hatibû temîr bikin. Ji ber dema çeteyên DAIŞ'ê herêm dagirkiribûn Bendava Firatê ji xwe re kiribûn, bargehek leşkerî û binsaziya wê ruxandin. Dewleta Tirk a dagirker jî bi hemû hêza xwe xeta ku DAIŞ'ê li dijî şêniyên herêmê pêk tanîn didomîn e û dixwaze bendava Firatê û bendavên din ji xizmetê derbixe.

Ajansa me zêdeyî raporekê derbarê rewşa Bendavê û qutkirina avê weşand, lê hîn jî rewş didome û  her ku diçe kambaxtir dibe. Bi vê yekê diyar dibe ku dewleta Tirk hemû beşê civakê hedef digre û dixwaze herêmê wêran bike.

Endamê Rêveber ê Bendav Firatê Mihemed Şêxo derbarê mijarê de got ku rewşa avê li herêmê pir zehmet bûye û wiha dom kir: "Vê yekê bandor li jiyana rojane ya welatiyan kiriye. Ji ber asta avê gelekê kêm bûye.  Niha em ber bi demsala havînê ve diçin, wê windabûna avê zêde bibe, heger ev rewş dewam kir wê stasyona ceyranê ya bendavê bi temamî ji xizmetê derkeve"

Şêxo di dawiya axaftina xwe de jî got ku asta ava Çemê Firatê gelekî daketiye û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk bi vê yekê itîfaqên navdewletî binpê dike. Vê yek jî bandorek neyînî li jiyana welatiyan kiriye."

(dc)

ANHA