Mamoste perwerdeyê dibînin da nifşekî zana ava bikin

Li Akademiya "Şehîd Emar El-Hisên" yekem dewereya perwerdeya bîrdozî ya ji bo mamosteyên Ereb ên li herêma Firatê hatibû vekirin, bi dawî bû.

Mamoste perwerdeyê dibînin da nifşekî zana ava bikin
8 gulan, 2018   14:04

GIRÊ SPÎ

Dewreya perwrdeyê bi tevlîbûna 30 mamosteyên Ereb ên herêma Firatê dest pê kiribû û 30 rojî dewam kir. Dewre bi armanca pêşxistina asta mamosteyan û fêrkirina rêbazên nû yê hînkirinê hat vekirin û tê de dersên ″Bîrdozî, Netewa demokrtîk, Civaka xwezayî, Danûstandin, Çand û exlaq, Desthilatdarî, Sîstema Federal, Jineolojî û Şerê taybet″ hatin dayîn.

Di merasîma bidawîbûna dewreyê de, yek ji mamosteyên Navenda Perwerdeyê ya navçeya Silûkê Zekiya Mehmûd axivî, bidawîbûna dewreyê li mamosteyan pîroz kir û wiha anî ziman,"Perwerde mirov li ser esasê exlaq ava dike. Armanca ji dewreyên perwerdeyê ew e ku mamoste bikaribin nifşên nû baş perwerde bikin û rêbazên nû yên dersdayînê fêr bibin.″

Yek ji mamosteyên Navenda Perwerdeyê ya navçeya Sirînê ya girêdayî Kantona Kobanê Reşîd Îbrahîm Mehmûd jî got ku ji bo pêşxistina mekanîzmeya perwerdeyê di dibistanan de dewreyên perwerdeyê ji mamosteyan re têne vekirin.

Mamoste Reşîd bang li hemû mamosteyan kir ku tevlî dewreyên perwerdeyê bibin da nifşekî zana ava bikin.

Paşê mamosteyan xelat wergirtin û dîlan gerandin. 

(bx)

ANHA