Şandeya Ewrûpî serdana MSD′ê û gundê Jinwar kir

Şandeya Ewrûpî ku duh gihîşt Rojava, îro serdana MSD′ê û gundê Jinwar kir.

Şandeya Ewrûpî serdana MSD′ê û gundê Jinwar kir
Şandeya Ewrûpî serdana MSD′ê û gundê Jinwar kir
Şandeya Ewrûpî serdana MSD′ê û gundê Jinwar kir
8 gulan, 2018   14:29

HESEKÊ

Ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê û kampanya Kongreya Star a ″Jin ji bo Efrînê rabe ser piyan″ berê xwe dan Rojava. Şandeya ku duh gihîşt Rojava, îro serdana gundê Jinwar û Buroya MSD′ê kir.

Şandeya Ewrûpî ji ″kamerevan Meryem Eşref, Endamê Yekîtiya Scotlandî Sara Jîn, derhêner Kirkox Kant, Endama Parlementoya Ewrûpî li bakur rojavayê Brîtanyayê û Endama Komîteya Mafên Jinê Cûlya Werd, parêzera Îrlandî Wendy Lyon û parêzer En Blaine″ pêk tê. 

Şandeyê serdana Buroya MSD′ê ya li navçeya Dirbêsiyê kir û ji aliy çê Hevseroka MSD′ê Ilham Ehmed ve hat pêşwazîkirin. Li Buroya MSD′ê civînek hat lidarxistin û tê de derbarê siyasetên guhertina demografiyê ku dagirkeriya Tirk li Sûriyeyê dide meşandin, nîqaş hatin kirin. Her wiha xebatên MSD′ê hatin nirxandin û bal hat kişandin ser rola jinê di şoreşa Rojava de. 

Piştre şandeyê serdana gundê Jinwar kir. 

Tê payîn ku dê şande serdana TEV-DEM′ê ya li bajarê Qamişlo bike. 

(mm)

ANHA