Girûpeke nû ya çeteyan ji Şamê ber bi Efrînê ve hat rêkirin

Di çarçoveya domandina siyaseta guhertina demografiyê de, komên ên li bajarokên Yelda, Beyt Sehim û herêmên din ên dikevin başûrê bajarê Şamê diman, li Kantona Efrînê hatin bicihkirin. 

Girûpeke nû ya çeteyan ji Şamê ber bi Efrînê ve hat rêkirin
8 gulan, 2018   13:53

NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Sûriyeyê siyaseta guhertina demografiyê ku bi hevpeymana Tirkiye-Rûsya û Îranê tê meşandin didome.  

Derbarê mijarê de, Malpera Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûrî (Mersed) ragihand ku îro girûpeke din ji komên çete û malbatên wan ên li bajarokên Yelda, Beyt Sehim û herêmên ên dikevin başûrê Şamê bi cih dibûn, ber bi Kantona Efrînê ve hatin rêkirin û li şûna gelê Efrînê hatin bicihkirin. 

Li nûçeya Mersed, girûpa ku ber bi Efrînê ve hat rêkirin ji hezar û 370 kesan pêk dihat. Her wiha tê payîn ku dê îro girûpeke din ji çeteyên li bakurê Şamê bi cih dibin jî ber bi Efrînê ve bê rêkirin. 

Dewleta Tirk gelê Efrînê ji warên wan dan koçkirin, her wiha komên çete û malbatên wan li şûna wawn bi cih dike, da demografiya herêmê biguhere.  

(mm)