Li Reqayê cenaze ji gorên komî têne derxistin

Ekîba Taybet a girêdayî Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê xebatên rakirina cenazeyên welatiyên sivîl ku çeteyan DAIŞ'ê di goristanên komî de bi cih kiribûn, didomîn e.

Li Reqayê cenaze ji gorên komî têne derxistin
Li Reqayê cenaze ji gorên komî têne derxistin
Li Reqayê cenaze ji gorên komî têne derxistin
Li Reqayê cenaze ji gorên komî têne derxistin
8 gulan, 2018   08:03

XALID CUMA-DIYAR EHMO/REQA

Ekîba Taybet a girêdayî Komîteya Jinûve Avakirina Reqa  ji 9'ê çileya 2018'an û heta niha zêdeyî 750 cenaze ji gorên komî derxistine.

Çeteyên DAIŞ  dema herêm dagirkiribûn, gelek herêmên wekî Stadyoma El-Reşîd a li navî bajarê Reqa, Par û erdên bajar ên vala wekî cihê goristanên komî bikar tanîn.

Dema hêzên QSD'ê bajarê Reqa rizgarkirin, çeteyên DAIŞ'ê welatiyên sivîl wekî mertalên zindî ragirtin û kesên hewl didan ji wan birevin herêmên QSD'ê, ew digirtin û wan qetil dikirin. Piştî welatî dihatin qetilkirin, cenazeyên wan davêtin kortên mezin û ax davêtin ser wan.

Endamê Rêveber ê Ekîba Taybet Yasir El-Xemîs derbarê mijarê de got ku ekîba wan xwe wekî 4 beşan parve kirine û ev tişt anî ziman: "Koma derxistina cenazeyan ji gorên komî, ekîba agirkujiyê, destwerdana û koma binê avê pêk tê. Welatî agahiyan didin me û cihê gorên komî diyar dikin. Em jî diçin wê herêmê û cenazeyan ji gorên komî derdixin."

El-Xemîs, her wiha da zanîn ku piştî cenazeyan derdixin di riya bijîşkên şerî wan tesbît dikin, an jî di riya begeyên li ser wan û wiha dom kir: "Dema cenaze tê naskirin, em cenaze didin malbatên wan. An jî em li goristana bajarê Reqayê ya li gundê Til El-Beya defin dikin. Ji ber alavên me yên pêşketî nînin, em di naskirina nasnameya welatiyan de zehmetiyan dikşîn in."

El-Xemîs, da diyarkirin ku Stadyoma El-Reşîd a li nava bajarê Reqayê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve wekî navenda gorên komî dihate bikaranîn û destnîşan kir ku ji vir heta niha zêdeyî 500 cenaze derxistine.

Yasir El-Xemîs her wiha destnîşan kir ku gelek caran ekîba wan di gorekê de 4-5 kesên ku li ser hev hatine avêtin û ax li ser wane dibînin û ev tişt anî ziman: "Cenaze bi laylonê hatine pêçan. Ji ber mayinên çeteyan metisîn li ser jiyana endamên ekîba me heye."

Meclîsa Sivîl a Reqayê xebatên Ekîba taybet di 9'ê çileya îsal de aktîf kir.

(dc)

ANHA