'Divê kurd li dijî dagirkeran bibin yek'

Nûnerên eşîrên kurd diyar kirin ku divê gelê kurd li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ku êrîşî Başûrê Kurdistanê û Rojava dike, yekîtiya xwe saz bikin û bi yek destî li dijî êrîşan derkev in.

'Divê kurd li dijî dagirkeran bibin yek'
8 gulan, 2018   07:40

SOZDAR XELÎL/HESEKÊ

Nûnerên Êlên kurd têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê axivîn û gotin ku divê dewlet Tirk û çeteyên xwe ji Efrînê derkeve û dane zanîn ku Tirkiyê bi guhertina demgorafî ya li Efrînê xaka Sûriyê parçe dike.

Li ser nave eşîra Dotka Ebid  Dawid Hecî Geraf axivî û diyarkir ku Tirkiyê li Efrînê çete û malbatên wan bi cih dike û ev tişt anî ziman: "Bi vê yekê Sûriyê parçe dike ev tişt nayê qebûlkirin. Êrîşa dewleta Tirkiyê piştî ku Efrîn dagir kir niha bi van êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê dixwaze parçeyên Kurdistanê bi temamî ji hev qut bike."

Dawid di dawiya gotinên xwe de jî destnîşan kir ku divê gelê Kurd Yekîtiya xwe ya Netewî saz bike û wiha dom kir: "Dewleta Tirk hewil dide fitne û tevlîheviyê di navbera kurdan de derbixe. "

Li ser navê eşîreya Dêwa Hec Ataş ûso axivî û destnîşan kir ku ew ê karibin li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ku dixweze êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê fireh bike û tevahî herêma Başûr fireh bike û ev tişt anî ziman: "Divê li beranberî vê em yekîtiya xwe xurt bikin. Ji ber li dijî gelê kurd pîlanên qirêj didin meşandin."

Ataş ûsû derbarê meclîsa ku dewlet aTirk li Dîlokê di bin navê rêveberiya Efrînê de ava kirin jî ev tişt anî ziman: "Ev meclîsa di bin ala dewleta Tirk a dagirker de hatiye birêxistinkirin, lewma ev meclîs nûnertiya gelê kurd nake. ji ber vê yekê divê dewletên navdewletî zextê li Tirkiyê bikin ku xwe ji Efrînê vekşîne û gelê Efrînê vegere warê xwe."

(SX/dc)

ANHA