Pir hilweşiya welatî zehmetiyan dikşîn in

Şêniyên taxên Neşwa rojhilat û rojava yên bajarê Hesekê ji ber xirabûna pira ku wan bi taxên din ve girêdide, zehmetiya çûn û hatinê dikşîn in.  Şaredariya Gel a başûrê Hesekê di nava hewldanan de ye ku pirsgirkê çareser bike.

Pir hilweşiya welatî zehmetiyan dikşîn in
Pir hilweşiya welatî zehmetiyan dikşîn in
Pir hilweşiya welatî zehmetiyan dikşîn in
8 gulan, 2018   07:29

ALVA OSÊ-ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Çemê Xabûr ku di bajarê Hesekê re derbas dibe, taxên Newşa Rojhilat û Neşwa Rojava ji taxên din ên Hesekê qut dike. Şaredariya Gel a Hesekê sê sal berê ji bo welatî bi hêsanî karibin derbasî aliyê din ê Hesekê bibin, pirek li ser çem çêkir. Ji ber pirên kevin ku li ser Xabûr hatine çêkirin, di herêmên di bin destê rêjîma Sûriyê re de ne re diçin. Lewma hejmarek mezin ji welatiyan di wan piran re naçin û anyên.

Pira ku ji aliyê Şaredariya Gel a Hesekê ve hatibû çêkirin, herdû taxên Neşwa bi taxên Kelasê, Nasrar û taxên din ve girêdide. Welatî bi hêsanî di pir re derbas dibûn.

Bi hatina demsala zivistanê re, baran bariya û av ket çemê Xabûr ku ev demeke ava wê qutbûye, lewma pir hilweşiya û gelek zirar dît.

Ajansa me derbarê pirsgirkê ji Şaredariya Gel a başûrê Hesekê pirs kir. Hevserokê Şaredariyê Salim El-Meter diyar kir ku kêmbûna alavan bû sedema ku şaredarî di temîrkirina pir de dereng bimîne û ev tişt anî ziman: "Dema DAIŞ herêm dagirkirin, ev pir bi awayekî demkî hate sazkirin, da ku welatiyên sivîl ji wan taxan werin derxistin."

El-Meter her wiha destnîşan kir ku ji ber barana zêde ya baranê di van rojên dawî de bû sedema ku temîrkirina pir dereng bimîne û wiha dom kir: "Asta ava çem zêd3e bûye, ev jî dibe sedema ku alavên me nikaribin pir temîr bikin."
Hevserokê Şaredariya Başûr a Hesekê di dawiya axaftinê de jî got ku ew ê ji bo di demek nêzîk de pir temîr bikin û careke din bixin xizmeta welatiyan dê kar bikin.

(dc)

ANHA