Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1

Herêma Tebqayê di salekê de aliyê xizmetguzarî û rêxistinî gavên girîng avêtin û hewl tê dayîn ku civakeke azad û demokratîk were ava kirin.

Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1
Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1
Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1
Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1
Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1
Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1
Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1
Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1
Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1
Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1
Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1
Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1
Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1
Salek piştî rizgarkirina Tebqa- 1
8 gulan, 2018   05:14

Rewşa rêxistinî û xizmetguzarî

MIHEMED EL-EREB / TEBQA

ŞAREDARÎ

Şêniyên Tebqayê 10`ê gulanê bi rizgarkirinê şad û bextewer bûn. Lê belê rûxandina bi destê DAIŞ`ê hatî kirin, qutbûna avê û ceyranê karê sereke bûn ku Meclîsê û Komîteya Xizmetguzarî xistibû pîlansaziya xwe de. Sergo li kolanên bajar, li ber malan û li cihên giştî komî ser hevdû bibûn û DAIŞ`ê tiştek jî bedewbûne re nehiştibû. Meclîsa Damezrîner û bi taybet Komîteya Xizmetguzarî bi ruxmî alavên paqijiyê kêm bûn destbi kar kirin.

Bi dehan şêniyên Tebqayê bi hemû alavên di destê wan bi awayekî dildarî li gel xebatkarên Şaredariyê destbi paqijiya bajar kirin.

Her wiha gurûpeke ji dildaran ku serkêşiya wan Samir El-Selac dikir berê xwe dan istasyona belavkirina avê ji bo cenatorên istasyone tamîr bikin. Dawiya meha gulanê Samir El-Selac di encama teqîna mayîna çeteyên DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest da û çend hevalên wî giran birîndar bûn. Komîteya Xizmetguzarî li gel van karan bi awayekî lez 25`ê gulanê Navenda Şaredariya Gel vekir.

Şaredariyê jî beşên xwe yên paqijî, av, tendurûstî, madeyên sotemeniyê, ekolojî û tîmên agirkujiê avakir.

Di wê demê de xebatkarên şaredariyê ku tenê hejmara wan 50 kes bûn bi du terektoran tevahiya bajar paqij kirin û jiyana bajarê Tebqayê û bazara wê zindî kirin.

Destpêka meha cotmehê hinek alavên dîtir gihîştin şaredariyê û bi awayekî leztir xebatên paqijkirina bajar bi dawî bûn.

Her wiha sîstema kanalîzasyonê ya bajarê Tebqayê hat lêkolînkirin. Ji ber xendekên ku çeteyên DAIŞ`ê di nava bajar de kolandibûn û hinek cih weke navendên leşkerî bikaranîbûn sîstema kanalîzasyone ziyaneke mezin dîtibû.

Li gelek taxên bajar sîstema kanalîzasyonê ziyan hatibû dîtin ji ber vê yekê beşê şaredariyê yê kanalîzasyone biryar da ku toreya kanalîzasyone sererast bikin. Heyanî niha pêvajoya yekemîn a sererastkirina toreya kanalîzasyonê ya taxên bakur, rojhilat û navîn bi dawî bûn û havîne jî wê toreyên dîtir pirsgirkêka kanalîzasyone were çareserkirin. Her wiha ji bo tamîrkirina riyên Tebqayê şaredarî destbi peydakirina alavan kiriye.

AV

Bajarê Tebqayê ji ber şer û mayînkirina çeteyên DAIŞ`ê ya istasyona belavkirina avê 50 rojî bê av man. Şaredariyê hejmarek ji sarinc û erebeyên agirkujiê birêxistin kiribû ku pêdiviya şêniyan a avê pêkbînin. Werşeyên sererastkirina toreyên avê jî dixebitîn da ku ava vexwarine bighînin bajar.

Piştî mehek li ser rizgarkirina Tebqayê re derbas bû av gihîşte şêniyên Tebqayê û koçberên li Tebqayê dijîn.

Îlona sala 2017`an beşên şaredariyê hîn zêdetir çalak bûn û êdî bihabûna firotina hemû madeyên li bazarê têne firotin xist bin kontrolê de.

Her wiha şaredariyê girîngî da aliyê ekolojî yê bajar û piştî paqijkirina parkên bajar destbi çandina daran kir.

Bendava Firatê

Sibata 2011`an dema ku bajarê Tebqayê di bin dagirkeriya gurûpên çekdar de bû bendava Firatê ziyanekî mezin dît.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Tebqayê dagirkirin bendava Firatê weke navendeke leşkerî dan bikaranîn.

Piştî ku herêma Tebqayê rizgar bû tîmên taybet ên paqijkirina mayînan derdora bendava Firatê ji mayînan paqij kirin û 20`ê gulanê gurûpên sererastkirina bendavê destbi karê xwe kirin. Piştî 5 mehan xebatên tamîrkirina bendava Firatê bi dawî bûn û av gihîşte herêma Tebqayê û gundewarên wê.

XWENDIN

Herêma Tebqayê û gundewarên wê piştî çûyîna rejîma Sûriyê 7 salan di bin dagirkeriya çeteyan de man.

Gurûpên çeteyan ên ku herêm dagir dikirin, destpêke destê xwe tavêjtin zarokan û dixwest zarokan birêxistin bikin, tevlî xwe bikin.

Her wiha çeteyên DAIŞ`ê di bin navê cîhadê de bi mejiyê zarokan dileyîstin û berê wan didan intîharê.

Piştî ku herêma Tebqayê rizgar bû, Meclîsa Sivîl a herêma Tebqayê 15`ê gulanê 2017`an destbi amadekariyên vekirina dibistanan kir. Heyanî meha tîrmehê mamoste amade û perwerde kirin. Hinek mamoste ji Tebqayê dildarî li mal û dibistanên nêzî malên xwe perwerde dan zarokan û hinek mamosteyan jî kon vedan û di bin konan de perwerde dan zarokan.

Tamîrkirina dibistanan yek ji xebatên ku Komîteya Perwerde û Fêrkirine girîngî dayê. Komîteyê û tîmên paqijkirina mayînan dibistanên ku zêde nerûxiyane ji mayînan paqij kirin û piştre tamîr kirin.

Di pêvajoya duyemîn de ji bo mamoste dewreyên perwerde û peymangehên girêdayî Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) perwerde hat dayîn.

Sala xwendine ya 2017-2018`an cotmeha 2017`an dest pê kir, zêdetirî 160 dibistan hatin vekirin û 50 hezar şagirtên dibistana seretayî û navîn çûn dibistanê.

Piştî ku hejmara şagirtan zêde bû, hejmara mamosteyan jî li gorî wê zêde bû û ji bo kontrolkirina dibistanan Yekîtiya Mamosteyan û Rêveberiya Giştî ya dibistanan hat çalakirin.

TENDURISTÎ

Di wextê çeteyên DAIŞ`ê herêma Tebqayê dagirkiribûn gelek nexweşî li herêmê belav bûn. Heta di nava çeteyên DAIŞ`ê û bi taybet çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî nexweşiya `Êdiz` belav bibû.

Her wiha çeteyên DAIŞ`ê nexweşxaneya Tebqa a mezin a El-Wetenî ji xwe kiribûn navendeke leşkerî û birîndarên xwe jî li wê nexweşxanê derman dikirin. Ji ber çeteyên DAIŞ`ê li wê nexweşxanê diman nexweşxane hat bombebarankirin. Ji xwe piştî çeteyên DAIŞ`ê herêma Tebqayê dagirkirin hemû bijîjkên li nexweşxaneya El-Wetenî dixebitîn û bijîjkên dîtir jî ji Tebqayê reviyan.

Çeteyên DAIŞ`ê li herêmê jî qedexekiribûn ku derzî li zarokan werin xistin. Ji ber vê yekê zarok ji nexweşiyan nedihatin parastin.

Meclîsa Sivîl a Tebqayê 15`ê gulanê destbi tamîrkirina navendên tendurûstî kir.

Komîteya Tendurûstiyê ji bo xebatên tendurûstiyê xebatkar peyde kirin, piştre jî ji nexweşxaneya El-Wetenî destpê kirin. Komîteyê bi alîkariya tîmîn taybet ên paqijkirina mayînan ên QSD`ê nexweşxane ji mayînan paqij kirin.

Ji ber derman li herêmê kêm bû û navendên tendûrûstiyê hîn nehatibûn amadekirin, ji ber şert û mercên şerê li herêmê qewimî bû, di nava zarok û jinan de nexweşî belav bibûn. Komîteya Tendurûstiyê jî têkildarî rewşê bang li rêxistinên navdewletî kir ku derman ji wan re rêkin lê belê tu rêxistin nebûn alîkar.

Destpêka hezîrana sala 2017`an Heyva Sor a Kurd di nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Tebqayê şaxekî xwe vekir. Di wî şaxî de beşê zarok û jin û dermanxane hat vekirin, derman jî belaş li ser şêniyan tê belavkirin.

Her wiha gelek bijîjk û dermanfiroş vegeriyan Tebqayê û pêdivî hat dîtin ku cotmeha 2017`an Sendîqeya Dermanfiroş were çalakirin.

Endamên Heyva Sor a Kurdî heftê 5 rojan li ser xetên bajarê Tebqayê Xeta Cirniyê, Mehmûdliyê û Mensûre digerin. Niha jî amadekarî tê kirin ku li nexweşxaneya El-Wetenî beşê zayîna xwezayî vekin.

Komîteya Tendurûstiyê ya Tebqayê hewldide ku pêdiviya welatiyan pêkbîne lê bele derfetên wê têra vê yekê nake, lewra welatî neçar dimînin ku biçin nexweşxaneyên Minbic, Kobanê û Qamişlo. Di encama vê yekê de hinek sivîlên ku nexweşiyên wan giran bûn negihîştin nexweşxanê û wefat kirin.

RÊXISTINÎ

Piştî avakirina Meclîsa Sivîl a Tebqayê bajarê Tebqayê bi riya Meclîsên herêmî ji hemû aliyan ve hat rêxistinkirin.

Meclîsa Sivîl a Tebqayê erka avakirina meclîsên herêmî dewrî Desteya Avakirina Meclîsan kir. Desteyê jî ji bo pênasekirina feraseta netewa demokratîk destbi organîzekirina civîn û semîneran kir.

Piştî ku meclîs hatin avakirin êdî Mala Gel jî hat vekirin. Mala Gel jî berpirsyarê meclîsên herêmî ye.

Di binya meclîsên herêmî de Komîteya Xizmetguzarî û Komîteya Lihevanîne hatin birêxistinkirin.

Desteya Avakirina Meclîsan nêzî 4 mehan zêdetirî 180 meclîs avakirin.

Endamên meclîsan ji bo bikarbin civakê birêvebibin di perwerdeya bîrdozî re derbas dibin û êdî civak bi riya meclîsan pirsgirêkên xwe çareser dike.

Sibe: Rizgarkirina Tebqa çawa bandor li ser pêşketinên siyasî û leşkerî kir

(np)

ANHA