Parêzerên Kobanê: Rêveberiya Başûr ne xwedî biryar e

Parêzerên Kantona Kobanê  diyar kirin ku dagirkirina beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê nîşan dide ku rêveberiya Başûrê ne xwedî biryare.

Parêzerên Kobanê: Rêveberiya Başûr ne xwedî biryar e
8 gulan, 2018   05:36

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê dagir kir, beranberî wê jî heta niha hikûmeta Başûr helweste nîşan nedaye. Gelek çavdêran destnîşan kirin ku têkiliyên aborî di navbera herdû aliyan de bûye sedema ku hikûmeta Başûr li dijî dagirkirinan dernekeve.

Parêzer Bedirxan Nûh derbarê mijarê ji ajansa me re axivî û got ku ne derketina hikûmeta Başûr beranberî dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê diyar dike ku rêveberiya hikûmeta Başûr ne xwedî biryar e.

Nûh da zanîn ku êrîşa dewleta Tirk a dagirker ji xaka Başûrê Kurdistanê re divê bibe sedema ku hêzên kurd yekîtiya xwe xurt bikin û bi yek destî li dijî dagirkeran derkevin û wiha dom kir: "Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêwîstiyek e divê hemû alî ji bo lidarxistina wê bi yek destî bisekin û bersiva êrîşan bidin."

Nûh derbarê hilbijartinên pêşwext ku li Tirkiyê dê pêk werin jî diyar kir ku hilbijartinên pêş xwest ku wê li Tirkiyê pêk werin di encama hevkariya 2 partiyan de pêk hatiye û wiha dom kir: "Bi vê yekê dixwazin ji civaka hindir û derve re nîşan bidin ku ew hêzeke çalak li ser erdê ye. Bi vê yekê jî têkçûna xwe ya siyasî û aloziya xwe ya navxweyî vedişêr in."

Parêzer bi navê Mihemed Etî jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk a dagirker li her derê êrîşî gelê kurd dike. Dixwaze hebûna gelê kurd bi dawî bike. Divê partiyên kurdî li beranberî van êrîşan yekîtiya xwe pêş bixin û bibin xwedî yek biryarê."

Etî di dawiya axaftina xwe de jî da bibîr xist ku dewleta Tirk a dagirker beşek mezin ji xaka Başûrê Kurdistanê dagirkiriye  û bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirk u ji bê dengiya xwe derkeve û li dijî dagirkeran helwesta xwe nîşan bide û ev tişt anî ziman: "Divê hemû partî dest ji berjewendiyên xwe yên partîtî û malbatê yên teng berdin."

(dc)

ANHA