ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.05.2018
8 gulan, 2018   04:00

*Şopandina Pêngava Bagera Cizîrê ya jinûve dest pê kir.

*Şandeya jinên Brîtanî serdana Buroya MSD′ê ya li navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Qamişlo dike. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Di dema dawî de nûçeyek li ser dezgehên ragihandinê belav bû ku rêjîma Baas dê nasnameyan biguhere û 7 milyon welatiyên Sûrî ji mafê welatiya bê par bihêle. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ciwanek ji gundê Basûtê yê Kantona Efrînê revandin û piştî ku pere ji malbata wî  stendin, ew berdan.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Artêşa Tirk a dagirker dibistana gundê Hêkçê yê navçeya Şiyê veguherandin girtîgeh û şêniyên gundên Hêkçê, Merwaniyê, Sinarê û Enqelê lê bi cih dikin.  

 POLÎTÎKA

*Nûnerê Partiya Mordernîteya Demokratîk a Sûriyê Îd Hisên got ku armanca Tirkiyê ji dagirkirina Efrînê ew e ku çareserkirina aloziya Sûriyê asteng bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Parêzerên Kantona Kobanê  diyar kirin ku dagirkirina beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê nîşan dide ku rêveberiya Başûrê ne xwedî biryare. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN  

*Cotkaran dest bi berhevkirina mewsimê folan kirine, di xebatên berhevkirinê de rola sereke ya jinan e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Hemleya rizgarkirina Tebqayê tenê bi aliyê leşkerî ve sînordar nîn e, aliyê siyasî de amadekarî dihatin kirin û navenda xebatên siyasî bajaroka Eyn Îsa ya bakurê Reqayê bû. Meclîsa Sivîl a Reqayê hat avakirin û 27 endamên meclîsê hebûn. Ji endamên meclîsê 7 kesan nûnertiya herêma Tebqayê dikirin. Ji bo amadekariyên xebatên Tebqayê komîteyên weke komîteya têkiliyên giştî, aborî, ewlehî û xizmetguzarî hatin avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Jina bi navê Rawiya Ebdulah ji ber hate topbarana bi gazên jehr,  jehrî bû û li nexwexaneya Avrîn ya Efrînê dihate dermankirin. Lê ji ber Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin, Rawiya nikare dermankirina xwe bidomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Endama Parlementoya Ewrûpî Cûlya Werd da zanîn ku tecrûbeya Rêveberiyê li Rojava-Bakurê Sûriyê li tu devereke din a cîhanê nîne û got ku li Rojava jin beşdarî hemû qadên jiyanê dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA