Helîkoptereke Rûsî li rojhilatê Sûriyeyê ket

Wezareta Parastinê ya Rûsî ragihand ku helîkoptereke cûreya K-52 a girêdayî hêzên Rûsî li rojhilatê Sûriyeyê ket û herdû pîlotên wê hatin kuştin. 

Helîkoptereke Rûsî li rojhilatê Sûriyeyê ket
7 gulan, 2018   20:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê diyar kir ku ekîba destekdayînê cenazeyên herdû pîlotan dîtin û birin navenda leşkerî ya ku balafir jê rabî. 

Wezaretê da zanîn ku sedema ketina helîkopterê pirsgirêkeke teknîkî bû. 

(mm)

ANHA