Li Xendûra di navbera komên çete de şer derket

Li navçeya Xendûra ya girêdayî bajarê Cerablusê di navbera çeteyên Siqûr El-Cebel û Sultan Murad de şerekî dijwar rû da. Tê gotin ku birîndarên sivîl hene.

Li Xendûra di navbera komên çete de şer derket
7 gulan, 2018   19:29

BAB

Çavkaniyeke herêmî ji ANHA′yê re ragihand ku li navçeya Xendûra ya girêdayî bajarê Cerablusê di navbera çeteyên Siqûr El-Cebel û Sultan Murad de şerekî dijwar qewimî. Li gorî çavkaniyê niha şer li nêzî kampa Sen rû didin û kuştiyên çeteyan çêbûne (di nav de sivîl hene). 

Şerê li herêmê didome. 

Duh jî li bajarê Babê di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û malbata Al Wakî de şer derket. Çeteyên Ehrar El-Şerqiye taxên Babê dorpêç kirin û bi hawanan topbaran kirin. 

(mm)

ANHA