Şandeya Ewrûpî ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê hat Rojava 

Şandeya Ewrûpî serdana Kongreya Star a Herêma Cizîrê kir, şandeyê diyar kir ku ew hatine ji bo berxwedana jinên Rojava li cih bibinin û piştgiriya kampanya Kongreya Star a “Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan” bikin hatine Rojava.

Şandeya Ewrûpî ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê hat Rojava 
7 gulan, 2018   18:54

QAMIŞLO

Şandeya Ewrûpî ya ku ji bo piştgiriya kampanya “Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan” a ku Kongreya Star dayî destpêkirin hatîn, îro derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Şandeya ku  ji ″kamerevan Meryem Eşref, Endamê Yekîtiya Scotlandî Sara Jîn, derhêner Kirkox Kant, Endama Parlementoya Ewrûpî li bakur rojavayê Brîtanyayê û Endama Komîteya Mafên Jinê Cûlya Werd, parêzera Îrlandî Wendy Lyon û parêzer En Blaine″ pêk hatî, piştî derbasî Qamişlo bû, serdana Navenda Kongreya Star a Herêma Cizîrê serdan kir.

Di nava şandeyê de xaltîka Şehîda Serdemê Hêlîn Qereçox (Anna Campbell), Viktorya Bridges jî di nava şandeyê de bû. Berdevka Kongreya Star Li Rojava Evîn Swêd, Rêvebera Komîteya Têkîliyên Dîplomatîk Fîdan Seydo û endamên Kongreya Star şande pêşwazî kirin. Şandeyê bi endamên Kongreya Star re civînek pêk anî.

Di civînê de, Endama Parlementoya Ewrûpî li bakur rojavayê Brîtanyayê û Endama Komîteya Mafên Jinê Cûlya Werd diyar kir ku ew ê ji bo kampanya Kongreya Star a Efrînê bi gelên Ewrûpî bidin bihîstin,  xebatê bikin. Werd da zanîn ku wan hertim mereqa jinên li Rojava li ber xwe didin dikirin û niha jî hatine ku vê berxwedanê li cihê wê bibinin û nas bikin. 

Endamên Kongreya Star berxwedana jinan a li Efrînê û niha jî li Şehbayê berdewam dike, armanca kampanyê ji şandeyê re vegotin. Şandeyê jî xwestekên xwe yên naskirina jinên berxwedêr ên Rojava û rêxistina wan anîn ziman. Di heman demê de bandorên dagirkirina Efrînê ji aliyêl dewleta Tirk ve bibînin û ji gelên cîhanê re nîşan bidin.

‘Hêlînê li Rojava ji xwe re malbat dît’

Xaltîka Hêlîn Qereçox, Bridges anî ziman ku dema ew hat Rojava dît ku Hêlînê ji bo xwe malbatek dîtiye û wiha got, “Heta ji bo vê malbatê canê xwe da. Qet ferq nekir navbera gelê Brîtanî û Rojava.”

Akedemisyen Sarah Glynn, jî diyar kir ku ew hatine ji bo piştgiriyê bidin hemleya Kongreya Star a ji bo Efrînê û hewil bidin binin alîkar ji bo berfirehkirina vê hemleyê û bi gelê cîhanê bidin bihîstin.

Wê şandeya Ewrûpî sibe serdana navenda MSD′ê, PYD′ê û gundê Jinwar bikin.

(b m)

ANHA