‘Bi biratiya gelan planên dagirkeran wê sernekevin‘

Şêniyên navçeyên Hol û Şedadê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê dan û gotin ku bi hevgirtin û biratiya gelan planên dagirkeran wê naghêjin serî.

‘Bi biratiya gelan planên dagirkeran wê sernekevin‘
7 gulan, 2018   10:36

NISRÎN ELÎ - ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Şêniyên navçeyên Hol û Şedadê têkildarî kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînê, her wiha Meclîsa Dîlokê ya bi navê rêveberina Efrînê ku ji aliyê MIT a Tirkiyê hatiye avakirin ji ajansa me ANHA`yê re axivîn û nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Şêniyan tekez kirin ku Efrîn ew Efrîn bi tenê nahêlin.

Nîda Elî Salih a ji navçeya Şedadê ye got ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin demografiya herêmê biguhêrin û çeteyên El-Xûta li Efrînê bi cîh bikin. Nîda destnîşan kir ku siyaseta guhertina demografiya herêmê tiştekî ne nû ye ji bo dewletekê ku destekêdê dide terorê.

Nîda di axaftina xwe de kesên ku di meclîsa Dîlokê de cih digirin bi xayîn bi nav kir û got ku meclîsa Dîlokê ya bi navê rêveberina Efrînê hatiye avakirin nûnertiya gelê Sûriyê nake, ji ber ku xwe firotiye dewleta Tirkiyê.

Mihemed Abdullah El-Xilîf ê ji navçeya Holê ye jî anî ziman ku çawa herêmên Bakurê Sûriyê ji DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin, dê Efrîn jî bi berxwedaniya şervanan ji dagirkeriya Tirkiyê were rizgar bibe û got, "Em qebûl nakin ku çete li Efîrnê bimînin, ew kesên ku li kêleka dagirkeran êrîşî Efrînê kirine xwe bi pereyan firotin."

Ji aliyê xwe ve Abdulsemed Ehmed Elî yê ji navçeya Holê diyar kir ku dewleta Tirk a dagireker û çeteyên wê xeta Osmaniyan didomînin, dixwazin demografiya herêmê biguherin û biratiya gelan têk bibin û wiha bilêv kir,"Madem şervanên mîna Avêsta Xabûr, Barîn û Polat hene Efrîn li xwediyê wê dê vegere, armancên dagirkeran neghêjin serî. Em jî dibêjin ku pêwîste hevgirtina me, biratiya gelan xurtir bibe da ku planên dagirkeran têk bibçin."

(bx)

ANHA