Ji bo zarokan pirojeyek hate vekirin

Şaredariya Gel a herêma Tebqayê bi nêzîkbûna demsala hevînê re pirojeya lîstok û cihê dilxweşkirina zarokan, da destpêkirin.

Ji bo zarokan pirojeyek hate vekirin
Ji bo zarokan pirojeyek hate vekirin
Ji bo zarokan pirojeyek hate vekirin
Ji bo zarokan pirojeyek hate vekirin
Ji bo zarokan pirojeyek hate vekirin
Ji bo zarokan pirojeyek hate vekirin
Ji bo zarokan pirojeyek hate vekirin
7 gulan, 2018   08:09

TEBQA

Şaredariya Gel a Tebqayê bi nêzîkbûna demsala havînê re dest bi amadekariya parka zarokan a li rojavayê taxa El-Sanî kiriye. Firehiya parkê derdora 500 metre, di parkê de derdora 50 darên cûrbecûr hene.

Parka behsa mijarê ku tê temîrkirin, ev bûye 40 sal hatiye vekirin, lê ji ber ku şaredariyên herêmê yên berê tu kart ê de pêk ne tanîn, park hatibû paşguhkirin.Şaredariya Gel a Tebqayê bi nêzîkbûna demsala havînê re, dibistan têne girtin, dest bi amadekariya parkê kirine, her wiha hewl didin ku herêmê ji nû ve kesek bikin.

Debarê mijarê berpirsên werşeyên alavan û karên giştî Ebdulrezaq Ebdulselam diyar kir ku wan destpêkê gemar û çopa ku bi salan li parkê kom bûye, berhev kirin, paşê jî axa nû lê bi cih kirin. Her wiha şaxên hişkbûyî ji daran qut kirin. Herî dawî jî lîstok ji zarokan re têne amadekirin, da ku di demsala havînê de amade be ku zarok karibin demên xwe tê de derbas bikin.

Ev gav di çarçoveya temakirina projeya xweşkirina bajarê Tebqayê pêk hatiye, beriya niha şaredariya gel dîwarên hemû saziyan û peyrê boyax kirin.

(dc)

ANHA