Ji ber barana dijwar, pira Reqa Semra ziyan dît

Ji ber barana dijwar, pira Reqa Semra ya ku gundewarên Reqayê yên rojhilat digihîne gundewarên rojava ziyan dît. Di encamê de maşînek ket.  

Ji ber barana dijwar, pira Reqa Semra ziyan dît
Ji ber barana dijwar, pira Reqa Semra ziyan dît
Ji ber barana dijwar, pira Reqa Semra ziyan dît
5 gulan, 2018   14:04

REQA

Li herêma Reqayê baraneke dijwar bariya û rêjeya ava çemê Belîx bilind, ji ber vê yekê pira Reqa Semra ziyan dît û di encamê de mayînek ket. tenê ziyanên madî pêk hatin û ajokar selamet bû.

Pira Reqa Semra tekane riya di navbera gundewarên rojava û rojhilatê de ye. 

Derbarê mijarê de, welatiyê ji bajarê Reqayê Ebû Mihemed bang li Meclîsa Sivîl a Reqayê kir ku di zûtirîn dem de pira Reqa Semra sererast bikin. 

(mm)

ANHA