Şêniyên Holê siyaseta guhertina demografiyê şermezar kirin

Bi sedasn şêniyên navçeyên Holê, Şedadê, Erîşê siyaseta guhertina demografiyê ya ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dide meşandin, şermezar kir.

Şêniyên Holê siyaseta guhertina demografiyê şermezar kirin
Şêniyên Holê siyaseta guhertina demografiyê şermezar kirin
Şêniyên Holê siyaseta guhertina demografiyê şermezar kirin
Şêniyên Holê siyaseta guhertina demografiyê şermezar kirin
Şêniyên Holê siyaseta guhertina demografiyê şermezar kirin
Şêniyên Holê siyaseta guhertina demografiyê şermezar kirin
5 gulan, 2018   13:50

HESEKÊ  

Girseya gel ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û siyaseta guhertina demografiyê ku dewleta Tirk li Efrînê dide meşandin şermezar kir. Meşvanan  wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ′ê û pankartên ″Na ji dagirkeriyê re″, ″Na ji siyasetên guhertina demografiyê re″û ″Bila hêzên navneteweyî ji bêdengiya xwe derkevin″ hildan. 

Meş ji ketina navçeya Holê dest pê kir û meşvanan dirûşmeyên ″Bi can bi xwîn em bi te re ne Efrîn″ qîr kirin. 

Meş li çerxerêya navçeyê rawestiya û li wir deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevseroka Meclîsên Herêmî yên Kantona Hesekê Husam Elî axivî û da zanîn ku dê gelê Efrînê heta hinasên xwe yên dawî li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin. Elî wiha domand, ″Tevahî gelê Sûriyeyê piştgiriyê dide Berxwedana Serdemê. Tu hêz nikare vê yekîtiyê derb bike, ji ber li ser biratiya gelan hatiye avakirin. 

Endama Kongreya Star Nîda Elî Salih jî got ku wek jinên Rojava, ew Efrînê ji xayînên ku xwe li Tirkiyeyê veşartine re nahêlin. 

Meş bi dirûşmeyên ″Bijî Berxwedana Serdemê″, ″Bijî berxwedana YPG/YPJ/QSD′ê″  bi dawî bû. 

(mm)

ANHA