Misilman û Suryan: Kiryarên dagirkeriya Tirk di tu olan de nayên qebûlkirin

Şêniyên bajarê Helebê yên Misilman û Suryan rûxandina goristanên şehîdan ên Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve şermezar kirin û gotin ku kiryarên dagirkeriya Tirk di tu olan de nayên qebûlkirin.  

Misilman û Suryan: Kiryarên dagirkeriya Tirk di tu olan de nayên qebûlkirin
5 gulan, 2018   06:29

EHMED REŞÎD - MIHEMED EBDO / HELEB 

Artêşa Tirk a dagirker goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefrê rûxandin. Ev yek rastî nerazîbûneke tund ji aliyê gelên herêmê ve hat.

Welatiyên Misilman û Suryan ên bajarê Helebê derbarê rûxandina goristanên şehîdan de, nêrînên xwe bi ANHA′yê re parve kirin. 

Endamê Kombûna Kasolîk Jozêf Qebelan diyar kir ku dewleta Osmanî gelek kiryarên kuştin û qirkirinê pêk anîne û wiha got, ″Serbazê Osmanî Cemal Başa gelek siyasetmedar û rewşenbîr bi darve kirin. Îro jî dagirkeriya Tirk li herêma Efrînê qirkirina çandî pêk tîne û gorên şehîdên ku ji bo azadiya gelê Sûriyê canê xwe feda kirine, dirûxînin.″  

Qebelan da zanîn ku kiryarên dagirkeriya Tirk di tu olan de nayên qebûlkirin û wiha domand, ″Dewleta Tirk a dagirker di bin navê ola îslamê de gelê Efrînê bêne kuştin?.″

Endamê Hevdîtina Olan Şêx Yehya Mehmûd jî destnîşan kir ku dewleta Tirk di dîrokê de gelê Ermen qir kir û hejmareke mezin li welatiyên Ermenî kuştin. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk aloziya Sûriyeyê ji bo xizmeta berjewendiyên xwe bi kar anî û hemû alavên kargehên Helebê veguhestin Tirkiyeyê.

Mihemed diyar kir ku exlaqê çeteyên artêşa Tirk a dagirker dizî, talan û rûxandine û got ku nîşaneya vê yekê rûxandina goristana Şehîd Seydo ye. 

Her wiha welatiyê Suryan ê bi navê Fethellah Ebdulkerîm kiryarên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelê Efrînê şermezar kirin û wiha domand, ″Dewleta Tirk a dagirker gelê Kurd ê Efrînê di komkujiyan re derbas kir. Her wiha mizgeft û şûnwarên dîrokî rûxandin. Em van kiryarên hovane bi tundî şermezar dikin.″

Ebdulkerîm diyar kir ku Erdogan ji xwedê natirse, jin û zarokan serjê dike, mizgeft û dêran dirûxîne. 

(mm)

ANHA