Sefantia Ilik: Em ê pişgiriyê bidin şoreşa li dijî faşîzma Tirk

Sefantia Ilik got ku ew ê piştgiriyê bidin gelê Efrînê û şoreşa Rojava ya li dijî faşîzma Tirk û diyar kir ku ji bo rewşa tenduristî ya Rojava bi gelek saziyên Ewrûpayê re têkildar bûne. 

Sefantia Ilik: Em ê pişgiriyê bidin şoreşa li dijî faşîzma Tirk
5 gulan 2018   06:10

SOZDAR CEMÎL / QAMIŞLO

Doktora zarokan Sefantia Ilik ya Almanî ku sala 2015′an li nexweşxaneya Şehîd Xebat a dermankirina birîndaran xebitî ye, ji ANHA′yê re axivî û wiha got, ″Ji destpêka şoreşa Rojava ve em hemû bûyeran dişopînin. Vê şoreşê hêviya azadiya jinê û avakirina civakeke azad, geş kir. Ez vê yekê pir erênî dibînim.″

Sefantia Ilik xwest ku piştî êrîşên dewleta Tirk ên Ii ser herêma Efrînê û koçberkirina bi hezaran gel, careke din êrîşî serdana Rojava bike. Sefantia Ilik diyar kir ku wan li Almanya û tevahî Ewrûpayê eşkere dikin ku Tirkiye dewleteke faşîst e û wiha got, ″Em ê piştgiriyê bidin şoreşa azadiyê ya li dijî faşîzma Tirk.″

Sefantia Ilik taybet behsa rewşa tenduristî ya li Rojava-Bakurê Sûriyeyê kir û wiha axivî, ″Me rewşa tenduristî bi gelek rêxistinên mafên mirovan re nîqaş kiriye, da koordîneyeke rasterast bi Komîteya Tenduristî ya Rojava re hebe.

Sefantia Ilik da zanîn ku ew ji bo rewşa tenduristî ya Rojava li Almanya, Yewnanistan û Ewrûpayê bi gelek rêxistnan re têkildar bûne. 

Dê Sefantia Ilik tevî şandeya jinên Almanî serdana Kantona Şehbayê bike û rewşa tenduristî ya gelê Efrînê bişopîne. 

 (mm)

ANHA