Rojnameyên Erebî: Astana xeta ber bi parçekirina Sûriyê ve ye
Piştî 3 salan ji peymana sê alî (Tirkiyê, Rûsya û Îran) ya bi navê "herêmên kêmkirina şer" herêmên di bin serweriya hêzên rêjîmê de berfireh bû, li beramberî wê xeta sînor ji bo Tirkiyê hate dayîn, riya bejajî ya Tehran – Beyrût hate vkirin. Hate gotin ku xîtaba lêvegera Olî Ayetula Elî El- Sîstanî hêviyên El-Ebadî û El-Malikî mirandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
Pêşveçûnên li Sûriyê diqewimin, hilbijartinên Iraq, Lubnan û Tirkiyê rojeva sereke yên weşanên rojnameyên Erebî yên îro ne.
Astana.. riya ber bi parçekirina Sûriya ve di navbera 3 aliyan de ye
Rojnameyên Erebî derbarê Sûriyê bal kişandin li ser polîtîkeyên guhertina demogrfî ku bi sponseriya Rûsya û hevkariya Tirkiyê ve bi rêve diçe. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset manşêtên "Opozisyona li Humisê çekên xwe radest dikin da ku ber bi bakurê Sûriyê ve bêne derxistin" û "Herêmên bi din serweriya rêjîmê de di nava salekê de ji «Astanê » de 19% derket 60%" avêtin. Rojnameyên di nûçeya xwe ya duyemîn de diyar kir ku ji destpêka peyamana herêmên kêmkirina şer ya di navbera Rûsya, Îran û Tikriyê ya ku di çarçoveya «Astanê » de hate kirin ku salak li ser derbas bû rêjeya herêmên di bin kontrola hêzên rêjîma Sûriyê de ji 19 derket ji sedî 60. Rojnameyê her wiha diyar kir ku di çarçoveya (Astana) de Îran qezeneke stratîk girt ku riya bejayî ya Tehran- Beyrût hate vekirin, Tirkan jî para jî peymana (Astana) wergirt kud di çarçoveya pêngava (Çeqla Zeytûnê) de tevahî herêma Efrînê girt, hêzên Kurdî tevahî Efrîn winda kirin, her wiha jî girûpên çekdar jî hebûna xwe li parêzgeha Gundewarên Şamê, gundewarên başûrê Idlibê û gundewarê başûr û bakurê rojhilatê Hemayê winda kirin.
Li Dera êrîş û Li Yermûk jî şer berdewam e
Girêdayî rewşa meydanî li Sûriyê jî, sernavên çûda derketin pê, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Rûsya û rêjîma Sûriyê li Derayê eniyên siyasî û leşkerî vedike û Îran hewl dide rewşê tevlihev bike" weşand. Di nûçeyê tê gotin ku parêzgeha Derayê ya dikeve başûrê Sûriyê cardin derket pêş. Derbarê dosyaya wê tevgereke siyasî navdewletî heye, nexasim piştî serdana Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergei Lavrof a ji bo paytexata Eman ku li wir Washigoton bi perwerdekirina komên terorîst li herêma El-Tenef a Sûriyê tuhmetbar kir. Di heman demê de jî balafirên şer ên Sûriya û Rûs taxên Derayê bomebebaran kirin."
Mijareke din girêdayî Sûriyê. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek di bin navê " Mosko diyar dike ku dud ji sisyan Wargeha Yermûk «hate paqijkirin » avêt. Di nûçeyê de tê gotin ku "Berkevê Wezareta Parastinê ya Rûsya Igor Konashnikov di civîneke çapemeniyê de behsa pêşveçûnên li Wargeha Yermûk a başûrê Şamê û bajarokên girêdayî wê got ku hêzên rêjîmê piştî ku çekdarên rêxistina DAIŞ‘ê li bargeha wan a dawî li rojavayê wargehê dorpêç kirin, dudu ji siyasn wargeh girt."
Gelo xemsariya welatên ereban derbarê rewşa Sûriyê wê bi dawî bibe?
Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê " Fransa vekişandina Amerîka ji Sûriyê beriya ku «DAIŞ » têk biçe dûr xist" weşand. Rojnameya El-Heyat jî bal dikşîne li ser nêzîkatiyên welatên ereban derbarê Sûriyê û nûçeyek bi sernavê "Îşaretên şandina hêzên xemsariya ereban derbarê Sûriyê de bi dawî dike" weşand. Di nûçeyê de tê gotin, "Bi demê re helwestên neyinî yên ereban derbarê aloziya Sûriyê kêm bû. Li gorî hin çavkaniyan nîqaşên ciddî di navbera hin welatên hin mezin û hin ên Erebî da ku mekanîzmeya şandina hêzên erebî ji bo Sûriyê çêdibin."
Gul rastî gefên partiya Erdogan tê
Hilbijarên Tirkiyê jî di rojeva rojnameyên ereban de cih girtin. Rojnameya El-Ereb nûçeyeke bi sernavê "Gul sedema paşdeçûna mûxalifê xwe Erdogan eşkere dike " weşand. Li gorî nûçeyê" Serokê Tirkiyê yê berê Abdullah Gul, diyar kir ku Serokê Erkna Artêşê Xelûsî Akar beriya çend rojan serdana wî kir."
Rojnameyê ji şopdaran diyar kir ku Gul rastî gefên AKP‘ê hat.
Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de nûçeyek bi sernavê "Bernamzetê mûxalif soza şerekê «giran » li hemberî Erdogan dike" weşand, tê de diyar kir ku «CHP » ku teşkîleya herî sereke ya mûxlafitan li Tirkiyê ye cîgir Miherem Ence ku bi xîtabên xwe yên germ navdar e wekî namzet ji bo hilbijartinên 24‘ê Hizêranê diyar kir. Rojnameya her wiha destnîşan kir ku Serokê Tirkiyê Receb Teyyîb Erdogan dê şerekî giran bike da ku mîsyona xwe biparêze, bi taybet li hemberî Wezîra Hundirîn a berê Mîral Akşenar."
El-Sîstanî hêviyên El-Malikî û El-Ebadî dimirîne
Derbarê hilbijartinên Iraqê jî, Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê "Lêvegera Necef hewldanên El-Malikî têk dibe", El-Qudis El-Erebî " Hilbijartinên Iraqê, El-Sîstanî banga "deng nedin binkeftiyan û fesadan" weşandin.
Rojnameya El-Qudis El-Erebî diyar kir ku xîtanê Lîderê Şîa Ayetûllah Elî El- Sîstanî, ku banga ‘deng nedin siyasetmedarên fesad û binket‘ dikir ne zelal bû. Kutleyên partiyan jî dibînin ku xîtabên El-Sîstan wan eleqedar nake. Îşaretên El-Sîstanî diyar bû ku destek ji bo Serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî deyê dayîn."
Di berdewama nûçeyê de wiha tê gotin" El-Sîstanî hêviyên Serokwezîrê niha Heyder El-Ebadî ku carin di hilbijartinan de bi ser bikeve, mirand, ku mijar ji bo bernamzetên din, di navbera mazetên Heşdi El-Şabî û Îran zelal nekir. Di heman de ku jî ku beriya hefteyekê ji El-Ebadî hate tewambarekirin ku li pey kuştina berpirsyarê malî yê Heşid El-Şabî Qasim El-Zubeydî ye."
83 ji xwe ji bo hilbijartinên parlamentoyê amade dikin
Rojnameya El-Heyat behsa hilbijartinên Lubnanê nûçeyeke bi sernavê " Bi dehan manzetên jin ên hilbijartinên Lubnanê «şerê » kuriyên parlanemtoyê dikin" weşand û got, "83 jinên Lubnanî li gel bi sedan mazeteên zilam (Hejmara gitşî 587) dê sibe hilbijartijnên parlametoyê bikin. Lê hemleyên wan ên propogendayan li beramberî yên zilam ku derdiketin qadan û li ser ekranan, kêm bû.
Rojnameyê wiha domand" ji tayifeya Sûna yên bajarên sereke wekî Beyrût, Terablus, Seyd û Bîqa 21 bernamzetên jin in. her wiha ji tayifa Maron ên ji Beyrût, Cebel Lubnan, Şemal, Zehle, Raşiya Biqa, Cezîn a başûr 25 jin, ji tayifeya Dirzî jî yên ji parêzgeha Cebel Lubanan 5 jin in. Balkêşe ku jin di hilbijartinan de wekî kêmnetew têne rêzkirin. Ji tayifeya Elewî jineke ji Terablu, ji yek ji Encîliya, û du ji kêmnetewên din in."
DYA‘ê di mijara îqnakirina Konseya Ewlekariyê ku daxuyaniyên Ebas ên derbarê Cuhiyan de şermezar bike de, bi ser neke
Rojnameyên El-Heyat derbarê Filistînê de nûçeyek bi sernavê "Encumena Niştimanî îtîrafa bi Israîl dicemidîne" El-Qudis El-Erebî jî sernavê " Washigton di mijara îqnakirina Konseya Ewlekariyê ku daxuyaniyên Ebas ên derbarê Cubhiyan de şermezar bike de, bi ser neke" avêtin. Li gorî Rojnameya El-Qudis" DYD‘ê roja înê li ser mijara ku Konseya Ewlekariyê daxuyaiyên Serokê Filistînê Mehmûd Ebas ên derbarê Cuhû de şermezar bike, bi ser neke. DYA‘ê daxuyaniyên Ebas bi ‘Nayê qebûlkirin‘ û ‘heqeretek‘ , her wiha xizmeta berjewendiyên Filistîn û aşîtiyê Rojhilata Navîn nake û tu bingeh jê re tune bi nav kiribû. Sefîra DYA‘ê li Neteweyên Yekbûyî Nicky Hayley diyar kiribû ku helwesta Konseya Ewlekariyê dirûstbûna Neteweyên Yebûyî ji bo çareserkirina ‘‘Aloziya Filistîn û Israîl‘‘ kêm dike. "