Girava kasibkarên Rojhilat didome

Greva giştî ya kasibkar û dikandarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî li Bane di roja 20’emîn de didome. Rejîma Îranê jî interneta bajaran qut kiriye û nava bajaran tejî leşker kirine.

Girava kasibkarên Rojhilat didome
4 gulan, 2018   10:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Dikandar û kasibkarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara hikûmeta Îranê ya girtina sînorên kolberan û bilindkirina nirxê bac û gomrikê, 20 rojin dikanên xwe girtine û dest greva giştî kirine.

Greva dikandar û kasibkaran li bajarên Bane û Ciwanro destpê kir û piştre belavî bajarên Merîwan, Seqiz, Serdeşt û Pîranşarê bû.

Li bajarê Bane grev bi şêweyek bê navber didome. Di 3 rojên buhrî de piştî ku dikandar û kasibkaran li ser cadeyên bajar kon vedan, rejîma Îranê hêzên leşkerî li nava bajar zêde kirin û înterneta bajar qut kir.

Çapemeniya rejîma Îranê jî weşandina nûçeyên greva kasibkar û dikandarên Rojhilatê Kurdistanê boykot kiriye û der barê wan de ti nûçeyek jî na weşîne.