Mijarên rojnameyên Erebî..
Rojnameyên Erebî bal kişand li ser koçberkirina çete û malbatên wan ber bi sînorê Tirkiyê ve û fikrên Rûsya û Urdun derbarê başûrê Sûriyê, hilbijartinên Lubnanê û rewşa Yemenê.

NAVENDA NÛÇEYAN
Rojnameyên Erebî mijarên wekî rewşa meydanî li Sûriyê, guhertina demografî ku bi sponseriya Rûsya pêk te, metirsiyên Rûsya û Urdun derbarê başûrê Sûriyê, hilbijartinên Iraqê û Lubnanê û rewşa li Yemenê girtin dest
Koçberiya ber bi xeta sînorê Tirkiyê ve
Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê Sûriyê de mijarên wekî guhertina demografî nûçeyek bi sernavê "Koçberiya ber bi «xeta sînorê Tirkiyê » ve bi sponseriya Rûsya pêk tê" avêt. Di nûçeyê de wiha tê gotin, " Bi sedan çekdarên (opozisyonê), malbatên wan û sivîl ji duh sibehê amadekariyan dikin da ku îtîfaqa derxistina ji 3 bajarokên başûrê Şamê pêk bînin. Derxistina ji başûrê Şamê di heman demê de ku çekdarên opozisyonê qebûl kirin ku ji gundewarên Humisê derkevin, pê tê. Îtîfaq bi sponseriya artêşa Rûsya pêk bi rêve diçe. Çekdarên opozisyon ên li Humisê qebûl kirin ku ber bi herêmên xeta sînorê Tirkiyê û Sûriyê ve biçin."
Rêjîm amadekariyên vekirina eniyên nû dike û Israîl daxwaza lihevkirnê ji Moskoyê dike
Rojnameya El-Heyat nûçeyeke bi sernavê "Şam amadekariyên vekirina eniyên nû dike û Îsraîl daxwaza lihevkirinê ji Mosko dike" weşnad. Li gorî nûçeyê " Piştî ku rêjîma Sûriyê nêz bûye ku herêmê bigre û mûxalifên xwe derxînin, hewl dide bi hevkarên xwe yên Rûs û Îranê eniyên nû veke ku peyamana herêmên kêmkirina şer derbas bike. Israîl daxwaza ji Rûsya dike ku berjewendiyên (Til Ebîb) yên li Sûriyê ber çavan derbas bike ku Til Ebîb qebûl nekir ku beşdarî cezayên navdewletî yên li dijî Mosko bibe."
Urdun û Rûsya derbarê başûrê Sûriyê bi fikir in
Rojnameya El-Ereb nûçeyeke bi sernavê " Fikarên Urdun û Rûsya derbarê başûrê Sûriyê hene" weşand û got, "Pêşveçûnên meydanî ku Sûriyê rû dide, Urdun dixe fikran, nexasim ku hin alî hewl didin gelek buyeran bavêjin serê wê, herî daw êrîşa li djiî depoyên çekan ên artêşa Sûriyê û milîsên Îran ku êvara duşem û sêşema derbasbûyê li parêzgeha Hemayê pêk hatibû, ku aliyên girêdayî rêjîma Serok Beşar El-Sed texmîn kir ku êrîşa ku guman hene ku Israîl li pey wê ye ji Urdunê derket, Urdun jî ji aliyê xwe ve ev yek red kir."
Di rojnameyê de hat nivîsandin ku aliyên siyasî yên Urdunê dibêjin tişta Aman jê ditirse ew e ku li Sûriyeyê her tişt di bin kontrolê de derbikeve, herêmên hêz li ser şer dikin teng bibin û zext bê kirin ku agirbesta Rûsya, Dewletên Yekbûyî û Urdunê ya ji bo Sûriyê têkbiçe. Her wiha Rûsya li beramberî tiştên li ser sînorê di navbera Sûriya û Urdunê de ku ew sînor di bin kontrola hêzên opozisyona ku dewletên Yekbûyî alîkarî didin wan de ye, ne bawer e. Dibe ku ji ber vê yekê Sergei Lavrov berê xwe daya paytexta Urdunê Eman.
El-Abadî êrîşî fesandên di Heşdi El-Şabîd de hişyar dike
Derbarê Iraqê de, Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "El-Ebadî êrîşî «fesadên» yên di «Heşid El-Şabî» dike" weşand û got,"Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî bi tehdîdên xwe aliyê «Heşid El-Şabî» hişyar kir û soza da ku ew kujerê berpirsê malî yê «Heşid El-Şabî» ku bi hikûmetê re bibû alîkar, eşekere bike."
Yemen
Derbarê Yemenê de, Rojnameya El-Ereb sernavê "Pêşketinên medayî û siyasî mîsyona Griffith ê nû li Senayê diyar dike" û got, "Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo Yemenê Martin Griffith roja şemê serdana paytexta Yemenê dike. Çavdêr texmîn dikin ku hewl tê dayîn ku xeta danûstandinan derbarê Yemenê ku ji 2016‘n de piştî têkçûna diyalogên aşîtiyê li Yemenê hatiya rawestandin, pêk bîne."
Hilbijartinên Lubnanê.. Guhertina şeklî ji navarokê zêdetir e
Têkildarî hilbijartinên Lubnanê, Rojnameya El-Ereb, nûçeyek bi sernê "Di hilbijartinên Lubnanê de kesayetên nû: guhertina şeklî ji navarokê zêdetir e" weşand. Di nivîsê de tê gotin ku li Lubnanê roja yekşemê 6‘ê Gulanê hilbijartinên parlamentoyê dê dest pê bikin, dê 150 parlamenter werin hilbijartin. Ev hilbijartina yekemîn piştî salan pêk tê ku guhertinên li Lubnanê pêk hat. Ji guhertinên ku ji 2009‘an heta 2018‘an de derketine, kutleyek nû derdikeve, yekem care ku jineke ciwan beşdarî hilbijartinan dibe. Hibijartinên ku cara dawî ango beriya 9 saln ve çêbûn, hejmara kesên ku temenê wan 21 sal e 500 hezar welatî bûn."
Wezîrê Lubnanê: Beyrût nabe paytexa 4‘an ji bo Îranê
Rojnameya El-Heyat" El-Meşnûq: Beytût wê nebe paytexta 4‘an ji bo Îranê" weşand û got "Wezîrê Hundirîn û yê Şaredariyan ê Lubananê Nîhad El-Meşnûq got ‘‘Beyrût ne tenê paytext e, lê belê bargeha sereke ya siyasî, civakî û aboriya Lubnanê ye.‘ û destnîşan kir ku Beyrût bajarekî ereban, nabe destê Îranê dirêjî wê bibe wekî çawa dirêjî Şam, Bexda û Sena bû. Em ê li hemberî wê bisekinin ji ber xetiya wê ne tenê li ser Beyrût e, lê li ser tevahî Lubnanê ye."