Dayîka 105 salî çandê diparêze

Ev 80 sal in û karê çêkirina tevnan bi destan hîn dewam dike, di nava civaka Erebî û Kurdî de bûye çandek kevnar. Her wiha berhemên wê di bazaran de tê firotin.

Dayîka 105 salî çandê diparêze
Dayîka 105 salî çandê diparêze
Dayîka 105 salî çandê diparêze
Dayîka 105 salî çandê diparêze
Dayîka 105 salî çandê diparêze
Dayîka 105 salî çandê diparêze
4 gulan, 2018   08:10

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Dayîka bi navê Xezala Elî (105) li gundê Heso Retle ya başûrê navçeya Tirbespiyê jiyan dike. Niha zêdeyî 100 nevî û zarên dayîk Xezalê hene. Dayîk di çêkirina tevnên bi destan de hosteye. Di dema ciwaniya xwe de ji dayîka xwe fêrî vê hostetiyê bûye.

Li herêma Cizîrê çêkirina tevnan bi destan pir pir kêm bûye. Ji ber pêwsîtiya wê bi kdek mezin heye, ji ber niha tevin û pêwîstiyên hazir li sûkan tijî ne, welatî nema çêdikin.

Dayîk Xezalê beriya dest bi çêkirina tevanan dike, hiriyê dirêse û bi teşiyê dike ta. Her wiha paşê 2 textan bikar tîne û tayan pê girêdide û bi darekî girêdide, her wiha bi qiloçê xezalê dirêse.

Piştî diqedîne, dayîk Xezalê tayên zêde jê dibir û wiha tevin amade dibe.

Hosteya 105 salî dayîk Xezalê dibêje ku wê bi keda xwe malên hemû zarokên xwe amade kiriye, her wiha gelek malên din jî amade kirine. Dayîk Xezalê li berhemên madî yê pîşeya xwe nanere, lê belê armanca wê parastina çanda civaka herêmê ye.

Niha jî dayîk Xezalê karê xwe didomîne, sicadên nimêjê, konên jip or û tiştên xemlidandinê amade dike.

Dayîk Xezalê bibîr xist ku ev 80 sal in ew karê xwe didomîne û da zanîn ku her sê rojan sicadeyekê bi dawî dike. Dayîk Xezalê tekez kirk u heta ew karibe û tenduristiya wê alîkariya wê bike, ew ê parstina pêşiya xwe bike.

(dc)

ANHA