Çêreya sewalan kêm bûye

Li navçeya Til Koçer û gundewarên wê metirsî hene ku sewaldarî lewaz bibe û şêniyan daxwaza vekirina navenda sewaldariyê kirin.

Çêreya sewalan kêm bûye
Çêreya sewalan kêm bûye
Çêreya sewalan kêm bûye
Çêreya sewalan kêm bûye
4 gulan, 2018   09:14

KELSÛME ELÎ - RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

Aboriya navçeya Til Koçer û gundewarên wê %90 li ser sewaliyê ye.

Her malbatek xwedî sewale û xwe li ser berhemên sewalan weke mast, şîr, penîr, guşt û hwd. xwe xwedî dikin.

Malbatên sewalan xwedî dikin li gel pêdiviya xwe pêkanîn berhemên dîtir ên sewalan li bazara navçeyê û li bazara bajarên Girke Legê, Rimêlan, Dêrik û Çilaxa difroşin. Her wiha li gundewarên navçeyê bazarên taybet ên sewalan hene.

Sewal herî zêde li ser çêreya xwezayî têne xwedî kirin û ji bo demsala zivistanê jî ka û êm piştî çinîna genim, ce, nok û nîskê têne rakirin.

Baran kêm dibe, çêre jî kêm dibe

Şêniyên herêmê ji çand salan ve ditirsiyan ku çêre kêm bibe, li gorî wê tedbîrên xwe digirtin û miqdarek ji ka û êm ji bo sewalên xwe radikirin.

Îsal ji salên berê zêdetir şêniyên herêmê li ser sewalên xwe ditirsin, ew êdî mîna salên dîtir wê nikarbin ka û êm ji sewalên xwe rabikin, ka û êmê sewalan gelekî biha bûye.

Xelîl Salih El-Elî ku li navçeyê dijî metirsiyên xwe wiha anî ziman:‟ Herêma me zêdetir li ser sewalan xwe xwedî dikin, her diçe mesim kêm dibe û em ditirsin êdî em nema bikarbin sewalan xwedî bikin”.

Tedbîr nehatiye girtin

Kêmbûna mewsim û bihabûna ka û êmê sewalan ji bo şêniyên herêmê bûye pirsgirêk û nikarin çareser bikin. Heyanî niha jî pirsgirêka wan nehatiye çareser kirin û tedbîrên weke vekirina navendên sewaldarî û ka û êma sewalan, nehatine vekirin.

Şêniyan bang li aliyên têkildar kirin ku navendên sewaldarî û ka û êm vekin.

Navenda sewaldarî tê vekirin

Berpirsên Buroya Çandiniyê ya navçeya Til Koçer destnîşan kirin ku ew wate didin metirsiyên şêniyên herêmê û piştî çeteyên DAIŞ`ê ketin navçeya Til Koçer hemû navendên sewaldariyê rûxandin.

Her wiha berpirsan anîn ziman ku Buroya Çandiniyê dê li navçeya Til Koçer navenda sewaldariyê vekin û li ser pêdiviyên sewalan weke ka û êm bisekinin.

(np)

ANHA