YPG: Di çalakiyekê de,serçete El-Zexlûl û 3 çeteyên dih hatin kuştin

Fermandariya Giştî ya YPG‘ê ya Efrînê ragihand ku yekîneyên wan di dijî serçeteyê bi navê Ebû Xalid El-Zexlûl çalakiyeke bi bandor pêk anî û di encamê de serçete hate kuştin. YPG‘ê her wiha diyar kir 3 çeteyên Feyleq El-Şam hatin kuştin.

YPG: Di çalakiyekê de,serçete El-Zexlûl û 3 çeteyên dih hatin kuştin
YPG: Di çalakiyekê de,serçete El-Zexlûl û 3 çeteyên dih hatin kuştin
YPG: Di çalakiyekê de,serçete El-Zexlûl û 3 çeteyên dih hatin kuştin
YPG: Di çalakiyekê de,serçete El-Zexlûl û 3 çeteyên dih hatin kuştin
YPG: Di çalakiyekê de,serçete El-Zexlûl û 3 çeteyên dih hatin kuştin
4 gulan, 2018   07:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Ferandariya Giştî yaYPG‘ê ya Efrînê derbarê çalakiyê de daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

 "Di çarçoveya pêngava duyemîn ya berxwedana serdemê li Efrînê, yekîneyên me YPG û YPJ, çalakiyên bibandor li dijî endamên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku di nav de fermandarên wan ên ku ji aliyê MÎT'ê ve ji bo hin wezîfeyên taybet hatibûn erkdarkirin, pêkanîn.

Piştî şopandinek çend rojan ji aliyê yekîneyên taybet ên hêzên me, serçeteyê bi navê Cemal El-Zexlûl yê erka bicih kirina malbetên çeteyan li Efrîn girtibû ser milê xwe, di çalakiya ku yekîneyên me pêkanîn de hat kuştin.

Serçete Cemal ê ku malbatên Efrîn ji malên wan derdixist, beriya niha du caran bi salûxgerên MÎT'ê re hevdîtin li Tirkiyê kiribû. Her wiha serçete Cemal ji bo avakirina Hêzên Ewlekiriya Hundir ên çeteyan û saziya bi navê Desteya Rewa û dadgehên wê, ji aliyê MÎT'ê ve hatibû erkdarkirin.

Ebû Zexlûl rojek berê bi çeteyên Firqeya El-Hemze û Feyleq El-Şam li gundê Basûtê geriya û û bi rêya bafileyan (hoparlor) li gel ferz kiribû ku cilên rewa (Şerîî) li xwekin û wiha jin ji malan dernekevin. Her wiha xwestibûn ku çekên ku li cem gel werin teslîm kirin, û gotibûn yê ku teslîm neke wê ji mala wan were derxistin.

Hêzên me duh di saet 19:00an de erebeya Ebû Zexlûl li herêma di navbera gundê Kurzêlê û Basûtê de armanc girtin. Erebeya wî bi awayekî serkeftî hat rûxandin û Ebû Zexlûl hat kuştin. Piştî ku çalakî bi serket, çeteyên Feyleq El-Şam çûn cihê bûyerê, yekîneyên me ew jî armanc girtin û sê çete hatin kuştin. Her wiha seyareya wan hat rûxandin.

Di vê derbarê em baldikşînin ser daxuyaniya me ya berê ku bi raya giştî re hatibû parvekirin, di derbarê hewldanên dewleta Tirk yên bicihkirina malbatên çeteyan li Efrîn û guhertina damografiya wê piştî derxistina gelê wê. Em tekez dikin ku ev malbat ji bo hêzên me hedefên rewa ne, hebûna wan li Efrînê ne rewa ye û regezên mirovî binpê dike.

Hêzên me li ser esasê parastina nirxên mirovahî bi berdêlên mezin ewlekariya herêmê parast. Her wiha Efrîn gelek koçberên ku ji ber şer reviyan hembêz kir.

Ji ber van sedeman em hemû kesên ku bi lîstokên dewleta Tirk û çeteyan hatine xapandin hişyar dikin ku neyên lîstokên wan û nehêlin ku ew bibin alavên kirîn û firotinê di destê dewleta Tirk de. Ji ber ku hêzên me wê her kesê ku têkliyên xwe bi dewleta Tirk re heye ji xwe re bike hedef.

Her wiha em berxwedaniya gelê xwe yê ku ji warê xwe bi darêzorê hatin derxistin û neqebûl kirina wan ya dagirkeriyê silav dikin, em dîsa soza xwe ya rizgarkirina Efrînê ji gelê xwe re nû dikin.

Temenê wê çi dibe bila bibe, berxwedanî wê heya ku em gelê xwe dighînin jiyaneke aram û ewle wê berdewam bike."