Namzetiya Demîrtaş misoger bû

Namzetiya Selahattîn Demîrtaş a ji bo Serokkomariyê misoger bû. HDP wê îro daxuyaniyeke fermî bide.

Namzetiya Demîrtaş misoger bû
4 gulan, 2018   07:44

NAVENDA NÛÇEYAN

HDP wê namzetiya Selahattîn Demîrtaş a ji bo Serokkomariyê îro bi rengekî fermî eşkere bike.

HDP wê namzetê xwe yê Serokkomariyê û naveroka kampanya xwe ya hilbijartinê îro saet 17'an li Amed û Stenbolê bi rengekî hevdem ragihîne.

Daxuyanî wê ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, parlamenter, endamên Meclîsa Partiyê, Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîsa Jinan ve bên dayin.