Êlên Ereb: Em guhertina demografiya herêmê qebûl nakin

Şêxên eşîrên Ereb ên herêma Reqayê diyar kirin ku meclîsa ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hatiye avakirin ne rewaye û gotin ku şêniyên Efrînê niha ne li Efrînê ne, her wiha guhertina demografiya Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk tê şermezar kirin.

Êlên Ereb: Em guhertina demografiya herêmê qebûl nakin
4 gulan, 2018   06:13

RUBE EL-ELÎ - EHMED ESAF / REQA

Şêxên eşîrên Ereb ên herêma Reqayê derbarê rewşa Efrînê ji ajansa me re axivîn û guhertina demografiya herêmê ji aiyê Artêşa Tirk ve pêk tê bi tundî şermezar kirin.

Rûspiyê eşîra El-Mityaf Elî El-Elî debarê mijarê got ku ew destwerdana derve ya di rewşa xaka Sûriyê de qebûl nakin û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk ya niha ew dewleta Osmaniyî ye, bajarê Efrînê ji ber cihê wê stratejîk dagir kir. Di heman demê de dixwaze li tevahî Sûriyê fikrê radîka û tundrw di nava civakê de belav bike."

Şêxê eşîreya El-Hiwêwat Mihedî El-Hecî jî li ser meclîsa ku dewelta Tirk a dagirker bi navê "Rêveberiya Efrînê" ava kiriye axivî û got ku meclîsa ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin ne rewaye û wiha dom kir: "Piraniya gelê Efrînê yên resen li deveyî bajarên xwe ne. Efrîn ji kevn de cihê hemû pêkhateyan e."

Ji aliyê xwe ve rûspiyê eşîreya El-Himêrat Mihemed El-Bû Hebal da zanîn ku ew wekî gelê Sûriyê her dem yek dest in û ev tişt anî ziman: "Em bi yek dengî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ku li dijî gelê Efrînê pêk tînin şermezar dikin. Dagirkeriya Efrînê piştî itîfaqa di navbera Rûsiya û Tirkiyê de pêk hatiye."

El-Bûhebû di daiya axaftina xwe de jî bang li civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê rawestînin.

(dc)

ANHA