ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04.05.2018
4 gulan, 2018   04:00

*Şopandina Pêngava Bagera Cizîrê ya jinûve dest pê kir.

*Şêxên eşîrên ereb ên herêma Reqayê diyar kirin ku meclîsa ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve hatiye avakirin ne rewaye û gotin ku şêniyên Efrînê niha ne li Efrînê ne, her wiha guhertina demografiya Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk tê şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên  Kantona Kobanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku Ocalan xwedî fikrê Netewa Demokratîk a bi rumete û dane zanîn ku Ocalan ji bo hemû Rojhilata Navîn tekoşîn dike, lewma divê azad bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 *Ji şoreşê rojekê ne dûr bû, her amade bû xizmeta welat bike, li hemberî zor û zehmetiyan bê tirs û xof bû û xwe dida ber. Bi henaseya xwe ya dawiyê re wiha got:‟Çima xemgînî, ez niha li kêleka te me, piştî çend kêliyan ez ê biçim gel hevalên xwe yên şehîd”.

POLÎTÎKA

*Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclîsa Sûriyaya Demokratîk Xerîb Hiso diyar kir ku biryara hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê ji ber tirsa Erdoga ji  siyasetên xwe yên dîktator pêk hatiye. Hiso, her wiha siyasetên Rûsiya yên di Sûriyê de rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Endamên Partiya Sûriyaya Pêşerojê diyar kirin ku partiya wan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dest bi tekoşînê kiriye û dane zanîn ku ew wekî malbatekê li tevahiya Sûriyê dinerin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Sewaldarên navçeya Til Koçer ji ber kêmbûna herêmên çêrandina sewalan û tunebûna êm zehmetiyan dibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

*Ev 80 sal in û karê çêkirina tevnan bi destan hîn dewam dike, di nava civaka erebî û kurdî de bûye çandek kevnar. Her wiha berhemên wê di bazaran de tê firotin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

*Seroka Weqfa Jinê ya Çandî û Civakî ya Lubnanê, Endama Yekîtiya Jinên Lubnanê û Endama Komîteya Parastina Mafên jinê Henan Osman da zanîn ku armanca ji serkeftina di hilbijartinên parlementoya Lubnanê de ew e ku Kurdên Lubnanê cihê xwe di parlementoya Lubnanê de bigirin û mafê jinê were parastin. 

ANHA