Turnoveya Salvegera Rizgarkirina Tebqayê hate organîzekirin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk a herêma Tebqayê bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê Tebqayê turnoveya duyemîn a futbolê bi navê "Salvegera rizgarkirina bajarê Tebqayê" organîze kir.

Turnoveya Salvegera Rizgarkirina Tebqayê hate organîzekirin
3 gulan, 2018   12:22

TEBQA

Bi boneya rasthatina salvegera rizgarkirina bajarê Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, komîteya Ciwan û Werzîşê turnoveya futbolê  organîze kir.

Turnoveya futbolê bi maçakê di navbera tîma El-Erebî û tîma El-Olombî hate destpêkirin.

Di encama wê de tîma El-Erebî bi ser ket.

Hate diyarkirin ku wê 16 tîmên futbolê ji bajarê Tebqa û gundewarên rojhilat û bakurê bajarê Tebqayê wê tevlî turnoveyê bibin.

Turnoveye dê 15 rojan berdewam bike.

Turnoveya yekem di çarçoveyê pênga "Serî Hile" hatibû bi rêxitinkirin.

(bx)

ANHA