Çete li ser parvekirina malên Efrînê bi hev ketin, kuştî hene

li herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û Ehrar Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk de, şer derket. di şer de çeteyekî Ehrar El Şam û 3 çeteyên Ehrar Şerqiye hatin kuştin.

Çete li ser parvekirina malên Efrînê bi hev ketin, kuştî hene
2 gulan, 2018   20:46

EFRÎN

Çavkaniyeke herêmî ji Kantona Efrînê ji ANHA′yê re ragihand ku di navbera komên çete yên Ehrar El-Şam û Ehrar Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker  de şer derketiye.

Çavkaniyê da zanîn ku komên çete îro di saetên piştî nîvro de dixwestin du malên gelê Efrînê ji xwe re bikin navend. Li ser parvekirina malan çeteyan li hev nekirin û şer di navbera wan de derket. di şer de çeteyekî Ehrar El Şam û 3 çeteyên Ehrar Şerqiye hatin kuştin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku koma çete ya Nureddîn Zenkî jî xwest bikeve navbera herdû komên çete. Lê dewleta Tirk destûr neda û xwest ku şer kûrtir bibe, da ku bikaribe vê yekê ji xwe re bike hincet û van komên çete ji nava bajêr derxîne.

şerê di navbera komên çete de nêzî 3 saetan dom kir.

(mm)

ANHA