Li gundewarên Helebê hêzên rêjîmê û komên çete li hev didin

Li herêma di navbera Heleb û Idlibê de şerekî giran di navbera hêzên rêjîma Baas û komên çete de rû da.

Li gundewarên Helebê hêzên rêjîmê û komên çete li hev didin
2 gulan, 2018   20:56

HELEB

Çavkaniyekê ji herêmê ji ANHA′yê re diyar kir ku li herêmên Enedan, Kefer Hemra û taxa Raşidîn ên di navbera Heleb û Idlibê de, ev 3 rojin şer di navbera hêzên rêjîma Baas û komên çete de rû dide, di şer de çekên giran tên bikaranîn.

Îşev şerê di navbera hêzên rêjîmê û komên çete de giran bû. Lê derbarê encamê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

(mm)

ANHA