Bersiva êrîşên li ser goristanan: Me şehîdên xwe di dilê xwe de veşartine

Malbatên Şehîdên Berxwedana Serdemê wiha bersiva êrîşên dewleta Tirk ên li ser goristanên zarokên wan dan, “Ev êrîşên we yên ji asta mirovahî derketîn, tehemulnekirina berxwedanê ye. Dibe ku destê me ji cenazeyên me kirin, lê me şehîdên xwe di nava dilê xwe de veşartine. Îdeolojî û fikrê wan di mejiyê me de dijî.”

Bersiva êrîşên li ser goristanan: Me şehîdên xwe di dilê xwe de veşartine
3 gulan, 2018   04:12

BÊRÎTAN MEDÛSA / QAMIŞLO

“Raste wan destê me û cenazeyên me ji hev kirin, lê bila bizanin me şehîdên xwe di dilê xwe de vaşartine û fikrê şehîdên me di mejiyê me de dijî.” Malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê bi van gotinan bersiv dan êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser goristanên şehîdên Efrînê. Piştî dewleta Tirk a dagirker di 18’ê Adarê de ket Efrînê dest bi rûxandina cihên pîroz ên gelê Efrînê kir. Di nava van cihên pîroz de Goristana Ş. Refîq, Ş. Avesta Xabûr, Ş. Seydo jî hebûn. Li gorî dîmen û agahiyên herî dawî ji Efrînê hatin, çeteyên dewleta Tirk Goristana Ş. Seydo ya li navçeya Cindiresê bi temamî rûxandiye.

Malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê û şehîdên Şoreşa Rojava bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser goristanan dan û diyar kirin ku dewleta Tirk ji asta mirovahiyê derketiye.

 ‘Her gora şehîdekî gora zarokên me ne’

Dayîka Şehîda Berxwedana Serdemê Gulan Gulo ku gora wê li Goristana Ş. Avesta Xabûr e, Cîhan Gulo anî ziman ku dewleta Tirk mal talan kirin, dizî kir, gel kuştin û herî dawî jî êrîşî gorên zarokên wan kir. Cîhan destnîşan kir ku ew nizanin bi çi gotinan qala hovîtiya dewleta Tirk bikin û wiha axivî, “Ev tişt tenê di hişmendiya DAIŞ’ê de hebû, ji xwe yê DAIŞ avakirî jî dewleta Tirk e. Hêviyek me tenê hebû em rojekî biçin ser axa zarokên xwe, lê wan êrîşî goristanên zarokên me jî kir. Tişta em dibînin ew ji cenazeyên me jî ditirsin, ji wêneyên şehîdan ditirsin.”Cîhan wiha bang li dewleta Tirk a dagirker kir û wiha got, “Nefikirin ku hûn cenazeyên zarokên me ji holê rakin emê bikevin. Her gorek şehîdekî, gora zarokên me ye. Fikir û îdeolojiya wan di mejiyê me de dijî û emê hertim li ser şopa wan bimeşin.”

 ‘Me ew di nava dilê xwe de veşartine’

Dayîka Şehîda Berxwedana Serdemê Avaşîn Kesra, Suad Silêman jî diyar kir ku ew heta niha jî nizane cenazeyê keça wê li kuye. Suad da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn xirab kir, guherîna demografiyê çêdike, niha jî goristanên zarokên wan xirab dike û gotinên xwe wiha berdewam kir, “Ji bo me biêşînîn êrîşî gorên zarokên me dikin. Ji ber dizanin ew ji bo me pîrozin. Ev êrîş dilê me diêşîne. Bila bizanin dibe ku destê me û cenazeyên me ji hev bikin, lê me şehîdên xwe di nava dilê xwe de veşartine. Emê tucarî dest ji doza wan bernedin. Ji ber ku wan ji bo axa xwe canê xwe dane.”

 ‘Dewleta Tirk tehemûla berxwedanê nake’

Bavê Şehîdê Şoreşa Rojava Diyar Qamişlo, Elî Omer jî anî ziman ku ev êrîşa dewleta Tirk ne ya yekê ye, êrîşên ser goran li Bakûrê Kurdistan jî hat kirin, ji ber dewleta Tirk a dagirker hebûn û berxwedana Kurdan tehemûl nake. Elî Omer got ku dewleta Tirk Kurdek kole dixwaze, wek kurdên niha li cem wan cih digrin û wiha axivî, “Kurdên ku wek her mirovî mafê xwe bixwaze ji dewlet Tirk re dijmine. Niha jî êrîşî cenazeyan dike, ka ev întiqama çiye. Zarokên me ji bo azadiyê canê xwe dane, emê jî heta dawî rêya wan bişopînin.”

ANHA