Şahoz Hesen: Partî û saziyên Ewropa dagirkeriya Efrînê qebûl nakin

Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen derbarê serdana şandeya Rojava û barkuê Sûriyê ya Ewropa diyar kir ku aliyên bi wan re hevdîtin pêk anîn dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re qebûl ne dikirin û got ku wan naveroka Fedraliya Demokraîtk ku tekane riya misogerkirina yekîtiya xaka Sûriyê ye û çareserkirina aloziya wê ye şîrove kirin.

Şahoz Hesen: Partî û saziyên Ewropa dagirkeriya Efrînê qebûl nakin
1 gulan, 2018   04:20

HOGIR NECAR / NAVEND NÛÇEYAN

Partiya Yekîtiya Suryanî ya Holengî di nîvê meya Nîsanê de hejmarek kesayetên ku nûnertiya hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê dikin vexwendin da ku sîstema Fedraliyê û rewşa herêmî şîrove bikin. Şande ji Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen, Hevsreoka Melcîsa Kantona Kobanê Merwa Dirêyî, Hevserokê meclîsa Rêveber a Demezirîner a Fedraliya Bakurê Sûriyê Senherîb Bersûm, Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Elîzabêt Goriyê, Endamê Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Sûriyaya Demokratîk Hikimet Hebîb , Hevserokê meclîsa Rêveber a herêma Êzîdiyan û Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Fedrlaiya Bakurê Sûriyê Mihemed Taya ji Heleb pêk hat.

Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesenê derbarê serdanê ji ajansa me (ANHA) re axivî. Hesen di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Em ji aliyê partiya suryanî ya Holendî û nedamên Yekîtiya Eworpa ve hatin vexwendin da ku em rewşa Bakurê Sûriyê û destwerdana Tirkiyê, her wiha dagirkeriya Tirkiyê ji wan şîrove bikin.her wiha rewşa welatiyên Efrînê yên di kampan de jiyan dikin jî hate vegotin."

Şahoz Hesen, her wiha destnîşan kir ku wan di perlemantoya Ewropa de debarê pêşeroja Sûriyê de ku aloziya wê ketiya sala 8'an de ku ji ber destwerdana hêzên derve û avakirina komên çekdar, her wiha pêkanîna pîlanan li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê hîn çareserî ne hatiye dîtin, semînerek lidar xistin.

Hesen da zanîn ku wan di semînerê de sîstema federaiyê ku li Bakurê Sûriyê hatiye pêkanîn û rola hemû pêkhateyan di nava fedraliyê de anîne ziman û wiha dom kir: "Me ji wan re diyar kirk u çawa hemû pêkhate cihê xwe di nava sîstema fedraliyê de digirin. Her wiha hate destnîşan kirin ku sîstema federaliyê tekane riya çareserkirinê û misogeriya yekîtiya xaka Sûriyê li dûrî berjewendiyên derve û armanên wan e."

Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen, her wiha da diyarkirin ku wan navberoa Fedrliyê û qonaxên wê ji dema hatiye destpêkirin, her wiha rola her pêkhateyekî di nava wê de şîrove kirine û rola komîtyên hatine avakirin û rêbaza karê wan û xebatên hevbeş jî raber kirin û wiha pê de çû: "Rola fedrliyê û beşdarbûna hemû pêkhateyan da ku çanda xwe biparêzin jî hate vegotin."

Şahoz Hesen, her wiha da diyarkirin ku yek ji mijarên sereke ku bi partiyên siyasî yên dewletên Ewropa  û saziyên civaka sivîl re hate nîqaşkirin rewşa Efrînê û komkujiyên li wir ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve pêk hat û wiha dom kir: "Me civîn bi bi hejmarek partiyên siyasî û kesayetên cûdar yên bi bandor, her wiha saziyên civaka Sivîl re lidar xist. Civînên me li gelek bajarên Ewropa yên wekî Holenda, Elmaniya, Siwêd û Dernîmark pê hatin. Di civînan de mijara yekem rewşa Efîrnê bû. Her wiha rewşa welatiyên ji ber dagirkeriya Tirkiyê ya ji Efrînê re malên xwe terik kirin, jî hate nîqaşkirin. Me daxwaz kir ku dagirkeriya Tirk derkeve, her wiha tiştên ji sazî û rêxistinên navdeletî tê xwestin ku alîkariya welatiyên koçber bike. Hber wiha fedraliya demokratîk jî hate şîrovekirin."

Hesen, destnîşan kir ku mijar guehrtina demograafî ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêkj tîne di civînên xwe de anîn ziman û wiha domand: "Hemû aliyan tekez kirin ku ew ê piştgiriya gelê Efrînê bikin. Gotin ku ku ew hemû karê guhertina demografî li Efrînê û herêmên din ên Sûriyê ku bi armanca rewakirina dagirkeran pêk tê qebûl nakin."

Hesen, got ku wan nameya gelê Efrînê gihandin hemû aliyên bi wan re hevdîtin pêk anîne û wiha pê de çû: "Di nameyê de ne qebûlkirina hemû rêbaza dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji Efrînê re bû. Helwesta welatiyan ji ber bê dengiya civaka navdewletî ya derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê re. Di nameyê de her wiha sûcên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên herêmên Bakruê Sûriyê pêk hatiye, hate vegotin. Daxwazên gelê Efrînê ji NY da derxistina dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê, her wiha nameya girîng ku welatiyên Efrînê wê berxwedana xwe bi hemû rêbazan heta rizgarkirina Efrînê bidomîn in."

Hesen,tekez kir ku hemû partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û kesayetên bi wan re hevdîtin kirin destnîşan kirin ku ew ê dagirkeriya Tirkiyê ji ji xaka Efrînê re qebûl nakin û wiha dom kir: "Gotin ku ew dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re qebûl nakin û ji bê dengiya civaka navdewletî acizi in. em ê jî berxwedana xwe bi hemû rêbazaên wê heta rizgarkirina Efrînê bidomîn in. Hemû partiyan jî gotin ku ew rewşa Efrînê dişopîn in. "

Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku hin saziyên civaka sivîl ku di rewşa mafê mirovan û alîkariyan koçberan de kar dikin destnîşan kiirin ku ew niha kar dikin ku alîkariya şêniyên Efrînê bikin û wiha dom kir: "Me ji aliyê xwe ve daxwazên xwe ji wan re pêşkêş kir ku di zûtirîn dem de alîkariyên pêwîst yên lezîgn bighîn in gelê Efrînê.he wiha me rewşa zehmet a welatiyan di kampan de, nebûna dermanan û pêwstiyên tenduristiyê anî ziman."

(dc)

ANHA